EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kurd li Strasboûrgê bang li CPT dikin: Bi erka xwe rabe
Ji bo Konseya Ewropa û CPT li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erk û berpirsyariya xwe rabin, Kurd tevî dostên xwe li Strasboûrgê li hev civiyan. -
Li Wînterthûrê çalakiya 'Roja Gelan'
Kurdistanî bi komên xwe yên govend û koroyê tevlî Roja Gelan a li Wînterthûrê bûn. -
Qibrisê serlêdana penaberiyê ya Sûriyeyiyan rawestand
Qibrisê ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara penaberên Sûriyeyê wê serlêdanên penaberiyê yên Sûriyeyiyan êdî nexe meriyetê. -
Şehîdên Dersim û Zapê li Bernê hatin bibîranîn
Şehîd Edessa Cejna, Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa yên li Dersim û Zapê şehîd bibûn, li Bernê hatin bîranîn. -
Şehîd Cejna û Tolhildan li Berlînê hatin bibîranîn
Fermandara YJA Starê Edessa Cejna ya 14'ê Cotmeha 2023'an li Dersimê û gerîlayê HPG’ê Dijwar Tolhildan yê 2’ê Adara 2022’an de li Garê şehîd bibûn, bi merasîmekê li Berlînê hatin bibîranîn. -
TJK-E'yê banga tevlîbûna li mîtînga 15’ê Nîsanê kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo mîtînga ku 15’ê Nîsanê wê li dijî bêdengiya CPT’ê li Strasboûrgê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
KCDK-E bang li her kesî kir ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibe
KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya 15'ê Nîsanê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bibin ku wê bi dirûşma "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" bê lidarxistin. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Torînoyê stant hate danîn
Li Torînoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stant hate danîn û belavok li gel hatin belavkirin. -
Li dijî krîmînalkirina Kurdan li Swêdê meşa girseyî
Kurdan û dostên wan li Stockholmê banga rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina nêzîkatiya krîmînal a li dijî sazî û gelê Kurd kirin. -
Ji bo Serhat Gultekîn li Malsîlyayê çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên Kurdan ên Fransî ji bo aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn ê radestî Tirkiyeyê hat kirin şermezar bikin çalakî li dar xistin. -
Cejna Newrozê li Norwêcê hat pîrozkirin
Newroza 2024’an li bajarê Trondheîma Norwêcê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” hate pîrozkirin. -
Werzişvanê Kurd Cumalî Aslan madalyaya zêrîn wergirt
Werzişvanê Kurd Cumalî Aslan di meşa 20 km’yî ya ku li Fransayê hat lidarxistin bû yekemîn û madalyaya zêrîn wergirt. Aslan got, "Armanca min ew e ku di Olîmpiyadê de nûnertiya gelê Kurd bikim." -
Li Mannheîmê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Li Mannheîmê pergala qirkirinê ya li Îmraliyê hat protestokirin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin. -
Li Kopenhagê mîtînga ‘Ji Rêber Apo re Azadî' hat lidarxistin
Li Kopenhagê, bêdengiya welatên Ewropayê yên li hemberî sîstema qirkirina Îmraliyê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiya azad e." -
Li Parîsê radestkirina Kurdan a ji dewleta Tirk re hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ji ber ku Fransa 3 aktîvîstên Kurd bi awayekî neqanûnî radestî dewleta Tirk kirin, meşeke protestoyî li dar xistin. -
Li Draguîgnanê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd hatin belavkirin
Endamên CKF’yê li ber dibistaneke li Draguîgnanê stand danîn, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşandan, çalakiya xwendina pirtûkan li dar xistin û nêzî 60 pirtûk û 250 broşur hatin belavkirin. -
Ji bo penaberê Kurd ê ku Fransayê radestî dewleta Tirk kir çalakî hat lidarxistin
Ji bo Serhat Gultekîn ê ku ji aliyê Fransayê ve hat binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Atînayê çalakî hat lidarxistin. -
Kampanya 'Elewî ansîklopediya xwe dinivîsînin' tê destpêkirin
Akademiya Riza Şehrî (RSA) bi dirûşma 'Elewî ansîklopediya xwe dinivîsînin" di 27'ê Nîsanê de dest bi kampanya nivîsandina ansîklopediyê dike. -
Li Elmanyayê 3 zarok bi gumana 'êrîşa Îslamî' hatin girtin
Li eyaleta Ren-Vestfalya ya bakurê Elmanyayê du zarokên keç ên 15 û 16 salî û zarokekî 15 salî bi gumana ku 'êrîşa Îslamî' plan kirine hatin girtin. -
Li Winterthurê bi sedan kes ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Kurdistaniyên li Winterthurê dijîn, bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Li Wînterthurê bi sedan kes ji bo Abdullah Ocalan meşiyan. -
Tecrîda Îmraliyê li Atînayê hat protestokirin
Li Atînayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hat protestokirin. -
Konferansa PE: Mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu devera cîhanê nîne
Li Parlamenta Ewropayê li ser rewşa girtiyên siyasî yên di bin tecrîd, êşkence û muameleya xerab de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de bi taybetî bal hat kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya li hemberî vê mijarê hate rexnekirin. -
Kurd wê di 13’yê Nîsanê de li Stockholmê çalakî li dar bixin
Kurdên ku li Swêdê dijîn wê di 13’yê Nîsanê de di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ de çalakiyeke navendî li dar bixin. -
Hevserên Iraqî ên ku du zarokên Êzidî kiribûn kole li Elmanyayê hatin girtin
Dozgeriya federal a li Karlsruhe roja Çarşemê diyar kir ku, ew hevserên Iraqî ku bi gumana destdirêjiya zayendî ya li dijî du keçên Êzidî û kolekirina wan li başûrê Elmanyayê girtine. -
PE’yê 'reforma koçberiyê' ya binîqaş erê kir
Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) reformeke berfireh a têkildarî polîtîkaya koçberiya Ewropayê erê kir û bi vê biryarê wê kontrola penaberên ku xwe digihînin sînorî werin zêdekirin û hevgirtina di navbera dewletên endam de were xurtkirin.