BI DÎMEN

Li Winterthurê bi sedan kes ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Kurdistaniyên li Winterthurê dijîn, bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Li Wînterthurê bi sedan kes ji bo Abdullah Ocalan meşiyan.

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê Kurdistaniyan ji bo çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li navenda bajêr meş pêk anîn. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wînterthur Coşkun Dersim di çalakiyê de axivî û got: “Heta ku Rêberê me azad nebe em nikarin behsa azadiya gelê Kurd bikin. Rêberê me ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê hemû gelan e. Rêberê me ev demeke dirêj e di nava tecrîdê de ye. Êşkenceyeke bi vî rengî li cîhanê nehatiye dîtin. Em nikarin ji rewşa wî agahiyê bigirin. Heta ku Rêbertî azad nebe em jî nikarin azad bibin."

Azad Dersim di axaftina xwe ya bi zimanê Elmanî de jî wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî siyasî ye. Rêber Abdullah Ocalan rêberê siyasî yê bi milyonan Kurdên li cîhanê ye. Ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve di bin tecrîdê de ye. Em Daxwaz dikin ku Rêberê me di demek herî kurt de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne."

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 15-19'ê Nîsanê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.