Li Draguîgnanê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd hatin belavkirin

Endamên CKF’yê li ber dibistaneke li Draguîgnanê stand danîn, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşandan, çalakiya xwendina pirtûkan li dar xistin û nêzî 60 pirtûk û 250 broşur hatin belavkirin.

Ciwanên Kurdistanî yên li Fransayê (Ciwanên Kurdistanî ên li France-CKF) di çarçoveya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de li ber dibistanek a amadeyî ya li Draguîgnanê stand danîn.

Li standa ku ji bo danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwendekar û mamosteyên dibistanê re hat danîn, xwendina bi deng hat lidarxistin. Nêzî 60 pirtûk û derdora 250 broşurên li standê hatin belavkirin. Xwendekar û mamosteyan eleqeyek mezin nîşanî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Ciwanan der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di pergala êşkenceya Îmraliyê de dîl hatiye girtin û 37 meh in agahî jê nayê girtin, agahî dan.

Ciwanan diyar kirin ku armanca çalakiya wan ew e ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hemû cîhanê re bidin nasîn û destnîşan kirin ku divê modela jiyana alternatîf a ku wî derxistiye holê ji aliyê hemû gelên cîhanê ve were zanîn.