BI DÎMEN

Şehîd Cejna û Tolhildan li Berlînê hatin bibîranîn

Fermandara YJA Starê Edessa Cejna ya 14'ê Cotmeha 2023'an li Dersimê û gerîlayê HPG’ê Dijwar Tolhildan yê 2’ê Adara 2022’an de li Garê şehîd bibûn, bi merasîmekê li Berlînê hatin bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Fermandara YJA Starê Edessa Cejna ya 14'ê Cotmeha 2023'an li Dersimê û gerîlayê HPG’ê Dijwar Tolhildan yê 2’ê Adara 2022’an de li Garê şehîd bibûn, bi merasîmekê li Berlînê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya DEST-DAN’ê û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (NAV-BERLÎN) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de Hevseroka NAV-BERLÎN’ê Nursel Yildiz axivî û spasiya kesên tevlî bîranînê bûne kir. Yildiz anî ziman ku ew ê timî şopdarên rêya şehîdan bin û got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me em ê têkoşînê bilind bikin.”

Endama Komsiyona Malbatên Şehîdan a NAV-BERLÎN’ê Dayê Gozê, li ser navê malbata Şehîd Edessa Cejna, Mehmet Koçer û siyasetmedar Muharrem Aral axivîn.

Piştî axaftinan sînevziyon hat pêşandan û bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.