Li Elmanyayê 3 zarok bi gumana 'êrîşa Îslamî' hatin girtin

Li eyaleta Ren-Vestfalya ya bakurê Elmanyayê du zarokên keç ên 15 û 16 salî û zarokekî 15 salî bi gumana ku 'êrîşa Îslamî' plan kirine hatin girtin.

Dadgeriya Elman vê Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li Elmanyayê 3 zarok bi gumana "bi armanca Îslamî amadekariya êrîşeke terorê dikin’ hatin girtin. 

Zarokên ku der barê wan de biryara girtinê hatibû dayîn temenê wan 15 û 16 salî bû û du ji wan keç yek jî kur bû. 

Dozgeriya Dusseldorfê bi daxuyaniyekê ragihand ku 'bi gumana ku bi motîvasyona Îslamî êrîşa terorîstî plan kirine hatine girtin’ û got ku van zarokan "îtiraf kirin ku ew amade ne ku çalakiyên terorîstî bikin."