Partiya Çep a Ewropayê: Çapemeniya Kurd dengê mîlyonan e, ev bêhiqûqiya tê kirin nayê qebûlkirin

Partiya Çep a Ewropayê serdegirtina polîsan a li Stêrk TV û Medya Haber TV’yê bi tundî şermezar kir û got, "Serdegirtina polîsên Belçîkayê ya li medya Kurd binpêkirina pîvanên hiqûqa Belçîka û Ewropayê ye. Divê rayedarên Belçîkî daxuyaniyê bidin."

Nerazîbûnên li hemberî serdegirtina polîsên Federal a Belçîkayê ya li ser studyoyên Medya Haber û Stêrk TV yên li bajarê Denderleeuw ê Belçîkayê, ji qada navneteweyî didomin. Partiya Çep a Ewropayê (European Left) bi daxuyaniyeke nivîskî serdegirtina polîsan a li ser televizyonên Kurd bi tundî şermezar kir û got, ''Ev serdegirtinên ku hêzên çekdar bi îmhakirina amûrên nûçegihaniyê bi encam bû, ne tenê rêgezên azadiya çapemeniyê bin pê dikin, her wiha pîvanên hiqûqê yên Ewropa û Belçîkayê yên bingehîn jî binpê dikin.''

'SERDEGIRTINA POLÎSAN RÊ LI BER FIKARÊN CIDÎ VEDIKE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku serdegirtina polîsan a li dijî televîzyonan bi armanca tepisandina dengê Kurdan, rê li ber fikarên cidî vedike û hat gotin, "Ji ber ku ev serdegirtin di roja Rojnamevaniya Kurd de û piştî serdana dîplomatîk a payebilind a rayedarên Tirk a li Belçîkayê pêk hat, di aliyê tepisandina dengê Kurdan de rê li ber fikarên cidî vedike.”

'MEDYAYA KURDÎ DENGÊ MILYONAN ÎNSANAN E'

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Medyaya Kurdî ji bo milyonan Kurdan bi taybetî ji bo kesên li Rojava û Rojhilat dijîn li hemberî pevçûn û zextên siyasî wan agahdar dike û di mijara  xweîfadekirinê de jî Stêrk TV xwedî roleke girîng e. Êrîşên li dijî van saziyên medyayê bi tu awayî nayên qebûlkirin  û ji cewhera nirxên demokratîk re xeteriyeke mezin e ku em  Partiya Çep a Ewropayê wê yekê diparêzin.

Em diyar dikin ku em li gel rojnameger û xebatkarên medyayê  yên ku ji van êrîşan bandor bûne ne û bang li hemû saziyên siyasî û saziyên çapemeniyê yên Ewropayê yên demokratîk dikin ku van êrîşên qirêj ên li dijî medyayê şermezar bikin.

'HEWCE YE RAYEDARÊN BELÇÎKAYÊ DAXUYANIYEKÊ BIDIN'

Her wiha em ji rayedarên Belçîkayê dixwazin ku têkildarî van kiryarên bêhiqûqî di çarçoveya hesabdayînê de daxuyaniyeke berfireh bidin. Ji bo parastina azadiya medyayê û pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî pêngavên tedbîrgirtinê şert in.

Em weke partî diyar dikin ku em hemû caran piştgiriyê didin rojnameger û saziyên medyayê yên ku tevî hemû şert û mercên dijwar jî raya giştî agahdar dikin. Mafê çapemeniya azad ne tenê mafekî bingehîn ê mirovan e, her wiha esasê hemû civakên demokratîk e.’’