BI DÎMEN

Ji bo penaberê Kurd ê ku Fransayê radestî dewleta Tirk kir çalakî hat lidarxistin

Ji bo Serhat Gultekîn ê ku ji aliyê Fransayê ve hat binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Atînayê çalakî hat lidarxistin.

Aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn ê ku duh danê sibê anîbûn navenda binçavkirinê, bêyî ku parêzer wî biparizin serê sibê radestî Tirkiyeyê kirin. Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo şermezarkirina dersînorkirina penaberê Kurd li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.

Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Atînayê Alî Bîlen axivî û got, “Helwesta hikûmet û dewleta Fransayê, nêzîkatiyeke faşîst a li hemberî parêzvanên Modernîteya Demokratîk e ku di tevgera me ya siyasî ya Kurd de xebat û têkoşînê dimeşînin. Nêzîkatiya hikumet û dewleta Fransayê ya li hemberî şehadeta hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî û komkujiya li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya bi awayekî zelal nîşan dide ku têkiliya wan bi Tirkiye û Erdogan re heye. Dersînorkirina hevalê me Serhat Gultekîn jî hevkariya bi Tirkiyeyê re nîşan dide."

Sara Gulan jî diyar kir ku ew ji bo azadiya Serhat Gultekîn li vir in, dewletên Ewropayê li aliyekê destekê didin têkoşîna tevgera Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê, li aliyê din jî çalakgerên Kurd dixin girtîgehê yan jî dersînor dikin. Em nêzîkatiya durû ya dewletên Ewropayê şermezar dikin.”

Di çalakiyê de dirûşmên "Faşîst Erdogan, hevkar Macron, "Faşîst Tirkiye" hatin berzkirin.