Cejna Newrozê li Norwêcê hat pîrozkirin

Newroza 2024’an li bajarê Trondheîma Norwêcê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” hate pîrozkirin.

NEWROZA 2024

Cejna neteweyî ya Kurdan Newroz li bajarê Trondheîm ê Norwêcê bi şevekê hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistan, dostên Kurdan ên Norwêcê û Şaredarê Trondheîmê Kent Ranum jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurdistanê ya Trondheîmê ve bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî” hat lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd Adem Uzun li ser girîngiya dîrokî û îroyîn a Newrozê axivî. Hunermend Hozan Sîmar, Mûrat Kuçukavcî, Tîrêj Urmiye, Hamîd Osman û Gûrsel derketin ser dikê. Girseya gel bi stranên hunermendan govend gerand.

Di pîrozbahiyê de timî dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.