PE’yê 'reforma koçberiyê' ya binîqaş erê kir

Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) reformeke berfireh a têkildarî polîtîkaya koçberiya Ewropayê erê kir û bi vê biryarê wê kontrola penaberên ku xwe digihînin sînorî werin zêdekirin û hevgirtina di navbera dewletên endam de were xurtkirin.

Roja Çarşemê li Brûkselê temamîya deh metnên ‘Peymana Koç û Penaberîyê’  hatin erêkirin û beriya erêkirina reformê rûniştin ji aliyê aktîvîstên mafparêz ve hate protestokirin.

Seroka Komîsyona Ewropaya Ûrsûla von der Leyenê piştî dengdanê daxuyaniyek da û got: ‘’Ev yek ji bo Ewropayê pêngaveke mezin e.’’ Leyenê ev yek weke ‘rojeke dîrokî’ silav kir.

Heman tişt ji aliyê gelek serok û rayedarên Berlîn û Atînayê jî hate bilêvkirin.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsolayê jî got ku ev peyman temînata ewlehiya sînorên derve yên Ewropayê ye û ev peyman wê di navbera berpirsiyarî û hevgirtinê de hevsengiyekê pêk bîne.

Ev Peymana Koçê dewama pêşnûmeya Komîsyonê ye ku piştî krîza koçberan ya di navbera salên 2015 û 2016’an de hatibû pêşkêşkirin.

Reforma berbehs di Kanûna Pêşîn de bûbû mijara lihevkirineke siyasî û diyar e ku wê dawiya meha Nîsanê de ji aliyê welatên endam ve were erêkirin. Reform bi taybet beriya hilbijartinên Ewropayê yên meha Xizîranê, hate rojevê.

Reform wê heya sala 2026’an nekeve meriyetê û Yekitiya Ewropayê bi mebesta kêmkirina penaberan, hejmara peymanên binakok ên li gel welatên çavkanî û transît (Tûnis, Morîtanya, Misir) ên sirgûnkirinê, zêde dike.

Li gorî Ajansa Penaberiyê ya Ewropayê, di sala 2023'yan de li YE’yê hejmara serlêdanên penaberiyê gihiştiye 1,14 mîlyonî, ku ji sala 2016'an heya niha ev hejmara herî zêde ye.

Li gorî Frontexê ku çavdêriya sînorên Ewropayê dike, têketinên ‘neqanûnî’ yên ji YE’yê re zêde dibin û di sala 2023'yan hejmara wê gihaye 380 hezarî.

Reforma berbehs kontrolkirin û tomarkirina penaberan ya ji Eurodacê ya mecbûrî pêşbînî dike.

Ji bo kesên ku li gorî îstatîstîkan ihtîmala bûna panaberbûna wan kêm e jî ‘prosedora sînor’ tê plankirin ku rewşa wan kesan wê bi lez were lêkolînkirin û wê li navendan werin girtin. 

161 rêxistinên mafên mirovan ku di nav wan de Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî jî cih digirin, fikarên xwe yên têkildarî ‘girtina malbatên xwedî zarok’ û ‘krîmînalîzekirina’ sirgûnan anîn ziman û bang li endamên PE’yê kirin ku vê peymanê qebûl nekin.