Li Kopenhagê mîtînga ‘Ji Rêber Apo re Azadî' hat lidarxistin
Li Kopenhagê, bêdengiya welatên Ewropayê yên li hemberî sîstema qirkirina Îmraliyê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiya azad e."
Li Kopenhagê, bêdengiya welatên Ewropayê yên li hemberî sîstema qirkirina Îmraliyê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiya azad e."
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin.
Di mîtînga ku bi zimanê Danîmarkî daxuyanî hat xwendin de ev tişt hat gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiya azad e."
Bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî tecrîda mutleq hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev tê wateya destekkirina qirkirina Kurdan.
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo” û “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.