YJK-E'yê banga beşdarbûna kampanyaya şandina nameyan kir

YJK-E’yê bang li her kesê ku beşdarî vê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re bibin ku ev kampanya li dijî tecrîda Îmraliyê hate destpêkirin.

KAMPANYAYA ŞANDINA NAMEYAN A JI CPT'Ê RE

Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna kampanyaya li dijî pergala êşkenceya li  Îmraliyê ya şandina nameyan a ji CPT'ê re kir.

Daxuyaniya bangewaziyê bi vî rengî ye:

‘’Hatiye îspatkirin ku welatên Ewropa û NATO’yê bi bêdengiya xwe rê li ber vê derqanûniyê vekiriye û bûye hemtawanê vî sûcî. Her wiha divê CPT jî agahiyên rast bide gelê Kurd. CPT rapora xwe ya serdana xwe ya di sala 2022’yan de ya li Îmraliyê pêk anî, hê jî li gel raya giştî parve nekiriye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Ji bo ku CPT vê berpirsyariyê bi cih bîne di çarçoveya pêngava TJK-E’yê de me weke YJK-E’yê li Ewropayê  kampanyaya nameyan daye destpêkirin. Di hefteya pêşîn a kampanyayê de Meclîsên me yên Jinan bi şiara; ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ bi xwedîderketineke mezin kampanya bi rê ve birin û 1071 name şandine.

Heya ku azadiya Rêber Apo were mîsogerkirin wê çalakî û kampanyayên me bidomin. Weke jin em ê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku dixwazin li ser Rêber Apo pêk bînin, hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Di çarçoveya kampanyaya me de ku berdewam dike, di serî de sazî û rêveberên me, em bang li hemû jinan dikin ku piştevaniyê bidin têkoşîn û kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re.’’