BI DÎMEN

Tecrîda Îmraliyê li Atînayê hat protestokirin

Li Atînayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hat protestokirin.

Li paytexta Yewnanistanê Atîneyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şorşger (TCŞ) tecrîd, êşkence û qirkirina li Îmraliyê bi meşekê hat protestokirin. Meş ji qada Syntagma heta Monastrakî berdewam kir. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Li qada Monastrakî li ser navê TCŞ’ê Alî Bîlen axivî. Bîlen anî ziman ku zêdetirî sê sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Faşîzma AKP-MHP’ê bi şerê li Îmraliyê dixwaze qirkirina Kurdan di sala 2024’an de biqedîne. Ji ber vê yekê dixwazin bi mezinkirina şerê taybet ê fizîkî û derûnî yê li ser Rêber Apo û ferzkirina tecrîda mutleq encamekê bi dest bixin. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger xeta me xeta Rêber Apo ye, xeta me xeta şehîdan e, xeta me xeta Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Weke TCŞ’ê em ê di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bê rawestan li qadan bin.”

Li ser navê Înîsiyatîfa RiseUpForRojava ku beşdarî çalakiyê bû, axaftin hat kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derbeyek li hêviya aştiya gelên herêmê ye. Bi domdarî hate gotin ku pêla şer a ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bilind dibe, wê tenê bi misogerkirina azadiya xwe û pêkanîna paradîgmaya wê bi aştiyeke birûmet re bê guhertin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fadaiyên Rêber Apo ne" bi dawî bû.