BI DÎMEN

Li dijî krîmînalkirina Kurdan li Swêdê meşa girseyî

Kurdan û dostên wan li Stockholmê banga rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina nêzîkatiya krîmînal a li dijî sazî û gelê Kurd kirin.

Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe ji çar aliyên Swêdê bi otobusan berê xwe dan paytext Stockholmê û li ber polîtîkayên krîmînalkirina sazî û gelê Kurd ên du salên dawî û rejîma qirker a li Îmraliyê rabûn.

Mîtîng li Norra Bantorgetê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Nûnerên saziyan ji girseya gel re axivîn.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Skandînavyayê Menîce Yîgît Yildirim û Ahmet Kaya spasiya beşdaran, parêzer, rêxistinên çep û siyasetmedaran kir ku piştgirî dan çalakiyê.

Hevserokan gotin, "Kampanya sûcdarkirina Kurdan û PKK'ê ku bi qetilkirina Olof Palme destpê kir 34 salan dewam kir. Piştî 34 salan polîsên Swêdê eşkere kirin ku ti eleqeya PKK'ê û Kurdan bi bûyerê re nîne. Hikumet û polîsên Swêdê lêborîn ji Kurdan nexwestin. Swêdê li ser daxwazên Erdogan ên têkildarî serlêdana li NATO'yê li dijî Kurdan dest bi pêvajoyeke krîmînalîzasyonê ya nû kir."

Hevserokan bangeke bi vî rengî li hikumeta Swêdê kirin: "Dest ji polîtîkaya xwe ya derxistina mirovan a ji kar û girtina hesabê wan berdin."

Nivîskar û rojnamevanê Kurd Kurdo Baksî jî diyar kir ku eger Swêd û welatên din îro xwe ewle dibînin divê spasiya Kurdan bikin.

Piştî axaftinan girseya gel ber bi qada Norrmalmstorg a li navenda bajêr meşiya. Di çalakiyê de di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi sedan belavok hatin belavkirin.

Di belavokan de hate xwestin, Swêd li şûna ku Kurdan û saziyên Kurdan krîmînalîze bike, divê daxwaza berdana Abdullah Ocalan bike û piştgiriyê bide pêvajoya hevdîtinan.