Qibrisê serlêdana penaberiyê ya Sûriyeyiyan rawestand

Qibrisê ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara penaberên Sûriyeyê wê serlêdanên penaberiyê yên Sûriyeyiyan êdî nexe meriyetê.

LI QIBRISÊ KRÎZA PENABERIYÊ

Serokkomarê Qibrisê Nîkos Hrîstodûlîdîs bi daxuyaniyekê got, "Ji ber pêla girseyî ya dawî ya penaberên siyasî yên Sûriyeyî, meşandina karê serlêdana Sûriyeyiyan hatiye rawestandin." Hrîstodûlîdîs eşkere nekir ku ev biryar wê heta kengî di meriyetê de be.

Dema dawî bi taybetî ji ser Lubnanê bi hezaran penaberan xwe gihandibûn Qibrisê. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji destpêka salê û vir ve zêdeyî 4 hezar penaber hatin Qibrisê. Di heman dema sala 2023'an de 78 penaber gihîştibûn Qibrisê.

Serokkomar Hrîstodûlîs beriya demeke kurt serdana Lubnanê kiribû û jê xwestibû ku ji bo rawestandina pêla penaberiyê tedbîran werbigire.

Piştî biryara hate wergirtin, Qibris wê Sûriyeyiyên digihêjin giravê heta biryareke nû bê wergirtin li kampan asê bike.