BI DÎMEN

Şehîdên Dersim û Zapê li Bernê hatin bibîranîn

Şehîd Edessa Cejna, Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa yên li Dersim û Zapê şehîd bibûn, li Bernê hatin bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê ji bo şehîdan merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Bîranîn di şexsê Ece Yilmaz (Edessa Cejna) ku di 14’ê Cotmeha 2023’an de li Dersimê şehîd bû û Dilara Olmez (Ekîn Rodî) û Kemal Merwan Oso (Canşêr Şêrawa) ku di 19’ê Adara 2024’an de li Zapê şehîd bibûn, hat bîranîn. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser têkoşîna şehîdan axaftin hatin kirin.

‘TÊKOŞÎNA WAN RÊYA ME RONÎ DIKE’

Hunermend Kawa Urmiyê anî ziman ku gerîlayên me yên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminê faşîst şer dikin, tu carî fersendê nadin dijmin û ber bi serkeftinê ve diçin. Urmiye diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin êşkenceya Îmraliyê de ye û ji bo statuya Kurdistanê têdikoşin û wiha got: “Em fersendê nedin dewleta Tirk a xwînmij. Em ê hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem li metropolan û hem jî li qada Ewropayê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe, em ê têbikoşin. Têkoşîna gerîlayên me rêya me ronî dike û em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Em bi vê yekê bawer in û em li vir soza xwe didin."

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Saadet Kuran jî sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û destnîşan kir ku ew ê her tim li ser şopa şehîdan û têkoşîna wan bin. Bi domdarî Kuran, wiha got: “Em ê tenê nebêjin şehîd namirin. Em ê li ser şopa wan bin, xeyalên wan pêk bînin û heta em sax bin em ê têkoşîna wan bidomînin.”

‘RUHÊ YEKÎTIYA GELÊ KURDISTANÊ DIJMIN DITIRSÎNE’

Li ser navê malbata şehîd Edessa Cejna Mamoste Gernas Koçer axivî û diyar kir ku ew hemû şehîdên Kurdistanê li ser navê Edessa Cejna, şehîd Ekîn Rodî, Cansêr Şêrawa bi rêzdarî bi bîr tînin. Koçer, wiha got: “Em bi têkoşîna şehîdên xwe bi rûmet in. Şehîdên me rêya me ronî dikin. Ev peyv peyveke pir girîng e. Em di serdemek pir girîng re derbas dibin. Bi hezaran, bi sed hezaran mirovên me bi vê gotinê re tên ba hev. Ev ruhê gelê Kurdistanê nayê tunekirin. Em çiqasî vê felsefe û têkoşîna şehîdên xwe bibînin, em ewqasî xwe deyndarê gelê Kurdistanê, gerîla û Rêber Apo dibînin. Em ê têkoşîna ku şehîdên me ji me re hiştine, xeyalên wan û axa Kurdistanê ku ji bo wê canê xwe feda kirine, biparêzin û li dijî dijmin şer bikin. Xaleke din a pir girîng heye; Hêrsa di nava me de tirsê dide dijmin, mezin dibe û ruhê serhildanê di nava me de lez dike. Mînak, dema cenazeyê şehîdê me Edessa hat Êlihê bi hezaran gelê Kurd piştgirî da şehîdê me. Dijmin destûr neda ku di odeyekê de jî bîranîn were lidarxistin, lê gelê Kurd weke her carê vê carê jî şehîdê xwe parast û ruhê berxwedanê û ruhê serketinê derxist holê. Li ser vê yekê dijmin jî ji tirsan nikarîbû mudaxele bike. Vê yekê li her çar parçeyên Kurdistanê kelecaneke mezin çêkir û ya herî girîng jî bi ruhê şehîd Edessa dijmin tirsand.”

‘EM Ê HER DEM BERSIVA KU HEWCE DIKE BIDIN DIJMIN’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî axivî, silav li her kesî kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Aydar diyar kir ku şehîdan bi têkoşîna xwe rêya wan ronî kirin û bi şehadeta xwe, têkoşîn radestî me kirine. Aydar got ku ew rojên gelekî girîng derbas dikin û wiha dewam kir: “Li welatê me şerekî mezin heye û em hemû di nav vî şerî de ne. Me hemûyan ji ber van şeran koçî vir kiriye. Divê em bipirsin çima em li vir in. Şerekî dijwar e, helbet demeke dirêj e, lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her sal dijmin soza bidawîkirina gerîla dide, lê her sal sozên wan pûç dibin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkoşînê berfireh dikin û gav bi gav ber bi serketinê ve bi pêş ve diçin. Tu kes, tu dewlet nikare teknolojiyên nifşê nû yên PKK’ê. Dewleta Tirk a xwînmij piştî vê têkçûnê diçe Îran, Iraq û Sûriyê û li hevalan digere. Lê divê ji bîr nekin ku kes nikare gelê Kurd tune bike. Em ê vê têkoşînê bidomînin. Gelê me bi vê berxwedanê re ku di rojên derbasbûyî de jî hate dîtin, bersiva pêwîst da dewleta dagirker a ku dixwest qeyûman li Kurdistanê bi cih bike.”

‘HETA AZADIYÊ EM Ê DEV JI DOZA XWE BERNEDIN’

Herî dawî di bîranînê de li ser navê malbata Ekîn Rodî Zulfû Bînbîr axivî û got: “Tu hevok, tu gotin têra vegotina têkoşîna şehîdên me nake. Ez di şexsê her sê şehîdên me de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim, berxwedan û têkoşîna wan a bi felsefe û bîrdozî bi rêzdarî silav dikim. Têkoşîna rêhevalên me tirseke mezin li ser dijmin çêdikin. Teknolojiyên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker vala derdixin. Em ê xeyalên hemû şehîdên Kurdistanê pêk bînin, heta hemû Kurdistan, gelê Kurd û Rêber Apo azad nebe, em ê dest ji doza xwe bernedin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan. Di bîranînê de banga tevlîbûna mîtînga navendî ya sibe li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, hat kirin.

Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.