Hevserên Iraqî ên ku du zarokên Êzidî kiribûn kole li Elmanyayê hatin girtin

Dozgeriya federal a li Karlsruhe roja Çarşemê diyar kir ku, ew hevserên Iraqî ku bi gumana destdirêjiya zayendî ya li dijî du keçên Êzidî û kolekirina wan li başûrê Elmanyayê girtine.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya dozgeriyê de hat ragihandin ku Twana H.S û hevsera wî Asîa R.A di navbera Cotmeha 2015 û Kanûna 2017'an de li Iraq û Sûriyeyê endamên DAIŞ'ê bûn. 

Hat ragihandin ku ev herdu hevser "herî dereng sala 2015’an " keçikeka 5 salî û paşê jî "ji Cotmeha 2017’an pê ve" keçeka din a 12 salî kirine kole. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Twana H.S. gelek caran destdirêjiya zayendî li her du zarokan kir. Asîa R.A. jî ode amade dikir û zarokek ji wan makyaja dikir.” 

Hat diyar kirin ku ev herdu hevser her timî karê malê û mêzekirina pitikan bi zorê bi zarokan dane kirin. 

Li herdu zarokan baweriya wan hatibûn qedexekirin û li ser fermana hevsrên Iraqî ew mecbûr kiribûn ku dua û qaîdeyên îslamî pêk bînin. 

Dozgeriyê got, "Bi îdîaya ku zarok şaşitî kirine rastî şîdeta fîzîkî ya giran hatine.”Her wiha hate diyarkirin ku her du zarok gelek caran neçar hatine hiştin ku nîv saetê li ser lingekî bisekinin. 

Hat daxuyakirin ku ev pêkanînên bi armanca tinekirina baweriya Êzidiyan li gorî daxwazên DAÎŞ'ê tên kirin.

Dozgeriyê, diyar kir ku herdu hevser di Mijdara 2017’an de beriya ku ji Sûriyeyê derkevin herdu zarokên keç radestî endamên DAÎŞ’ê yên din kirine. 

Herdu kesên ku roja Sêşemê li Regensbûrgê û Roth (başûrê Elmanyayê) hatin binçavkirin, di 9 û 10'ê Nîsanê de bi biryara dadgehê hatin girtin. 

Di dawiya Tebaxa 2023'yan de jineke Elman ku endama DAÎŞ'ê bû, ji ber kuştina keçeke Êzidî ya li Iraqê bi 14 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. 

Meclîsa Federal a Elmanyayê di Çileya 2023'yan de sûcên li hemberî Êzidiyan hatin kirin weke jenosîd qebûl kiribû.