NÛ BÛ

Êrîşên li ser Çapemeniya Azad li Ewropayê hatin protestokirin

Li dijî terora dewletê ya li ser xebatkarên Çapemeniya Azad û çapemeniya Kurd, li gelek bajarên Ewropayê gel daket qadan û peyamên, "Destê xwe ji Medya Haber TV û Stêrk TV'yê bikşînin û Hûn ê nikaribin dengê me qut bikin" dan.

ÊRÎŞA LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Li welatên Ewropayê li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCD-E) Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û êrîşên li ser Çapemeniya Azad bi çalakiyan şermezar kirin.

STÛTTGART

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê (DKTM) a li bajarê  Stûttgart ê Elmanyayê êrîşên polîsan ên li ser saziyên çapemeniya Kurd ên li Belçîkayê û komeleyên Kurd ên li Fransayê hatin şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Stûttgartê li hev civiyan, bertek nîşanî êrîşên polîsan ên dewletên Belçîka û Fransayê dan.

Di daxuyaniya li ber avahiya konsolosxaneyê de nîvê şevê serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên Belçîkayê bi tundî hat şermezarkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Mesût Daghan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd. Daghan da zanîn ku Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo destekê bide polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li ser gelê Kurd welat bi welat geriyaye û zextên li ser Kurdan ên li Ewropayê jî parçeyek ji van polîtîkayan e.

Mesût Daghan got, "Divê were zanîn ku em vê êrîşê ne tenê li dijî Çapemeniya Azad a ku çav, guh û dengê gelê Kurd e li dijî gelê me dibînin.”  Daghan bang kir ku piştgiriyê nedin êrîşên faşîst ên li ser gelê Kurd.

Di daxuyaniya ku li ser navê Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) hat dayîn de bang li rayedarên Belçîkayê hat kirin ku "Dest ji van rêbazên dijdemokratîk berdin."

Di çalakiyê de dovîz û pankartên ku balê dikişînin ser êrîşên li dijî saziyên çapemeniya Kurd hatin hilgirtin.

VIYANA

 

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê êrîşa polîsan a li ser Medya Haber TV û Stêrk TV ên Belçîkayê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ve hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de flamayên “Belçîka, hûn nikarin rastiyan bitepisînin", "Despotîzma Belçîkayê rawestînin! Ji bo azadiya çapemeniyê û demokrasiyê" û "Li dijî sansûr û zilmê: Hevgirtina bi çapemeniya Kurd re" hatin hilgirtin û dirûşma "Çapemeniya Azadnayê bêdengkirin” hat berzkirin.

Hevserokê DKTM’ê Ahmet Zîrek daxuyanî da û got: “Êrîşên vê dawiyê yên li Ewropayê li dijî Kurdan bêhejmar in. Çi tesaduf e ku duh dijminê Kurd Recep Tayyîp Erdogan çû serdana endamên PDK'ê, li Metîna operasyona dagirkirinê da destpêkirin, li Tirkiyeyê xebatkarên çapemeniya azad girtin, îro jî bi şev dema ku her kes di xew de bû, bi awayekî dermirovî êrîşî Çapemeniya Azad a Ewropayê kir. Li gorî agahiyên ku rojanmeya De Standart daye, destê Fransa di van êrîşan de heye. Îro li Fransayê bi ser malan de girtin û 6 kes hatin binçavkirin, Organîzatorên Komploya Navneteweyî ne tenê Tirkiye, Ewropa û NATO ne. Dixwazin em bêdeng bimînin. Lê em ê bêdeng nemînin, em ê ti carî vê yekê qebûl nekin. Çawa ku gerîlayên azadiyê li Kurdistanê têdikoşe, em ê jî li Ewropayê têkoşîna xwe bidomînin. Kes nikare gelê Kurd bêdeng bike! Em bang li Ewropayê dikin: Demildest destên xwe yên bi xwîn ji ser gelê Kurd rakin!”

Piştre jî dosyayek têkildarî bûyerên Belçîkayê pêşkêşî Konsolosxaneya Belçîkayê hat kirin û hat xwestin ku tavilê dawî li krîmînalîzekirina Kurdan bê anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Hoch die internationale Solidarität" û "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin.

FRANKFÛRT

Kurdistanî ji aliyê FCDK-KAWA û TJK-E Hessenê ve li ber Haûptbahnhofê yê çFrankfûrtê li hev civiyan û êrîşên li ser Çapemeniya Azad şermezar kirin. Di mîtîngê de daxuyaniya ji aliyê KCDK-E ve hatibû amadekirin hat xwendin û piştre Hevserokê FCDK KAWA Mehmet Çopan axaftinek kir. Çopan bal kişand ku zextên li ser saziyên weşanê yên Kurd ên li Belçîkayê  û got ku ev êrîşa dagirkerî û îmhayê ya dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê qut nînin û got, "Ew ê nikaribin dengê me qut bikin, em ê ti carî vê yekê qebûl nekin."

LÎMASOL

 

Kurdistanî û dostên wan serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV li bajarê Lîmasol ê Qibrisê protesto kirin. Çalakger li ber Navenda Çanda Kurd a Teofilos li hev civiyan û heta Şaredariya Lîmasolê meşiyan.

Di meşê de pankartên bi logoyên Stêrk TV, Medya Haber TV û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, "Bijî Serok Apo” û "Bimre xiyanet" hatin berzkirin. Di rêya meşê de belavokên êrîşa li ser Çapemeniya Azad vedibêjin hatin belavkirin.

Çalakgerên ku meşa li ber Şaredariya Lîmasolê veguherandin mîtîngê li vir daxuyanî dan. Piştî daxuyaniya bi zimanê Îngilîzî hate xwendin, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

HAMBÛRG

Êrîşa korsan a polîsên Belçîkayê ya li ser televîzyonên Medya Haber û Stêrkê li Hambûrgê hate protestokirin. Di çalakiya protestoyî ya Kurdistanî û dostên wan a li Hauptbahnhofê ya Hambûrgê gotin, "Hände weg von Medya Haber und StêrkTV (Destê xwe ji Medya Haber û Stêrk TV vekşînin).”

Di çalakiya protestoyî ya saet 18:00 de parlamenterê berê yê Dîe Lînke yê Elmanyayê Martîn Dolzer, ji Partiya Komunîst a Elmanyayê Anja Flach û Hasan Ozkan axivîn. Hasan Ozkan diyar kir ku ew êrîşa 2024’an a li ser qenalên televîzyonê protesto dikin.

Anja Flach diyar kir ku êrîşa polîsan bi êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Metîna re hevdem e. Anja Flach di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Du qenalên Kurdî rastî êrîşa polîsên Belçîkayê hatin. Polîs nîvê şevê hatin, derî şikandin û kabloyên elektrîkê birî. Di van qenalan de şerê li dijî Kurdan li Tirkiyeyê nîşan dide. Ev her du qenalên televîzyonê ku bi zimanên Kurdî û Tirkî weşanê dikin, nûçeyên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Metînayê ya Başûrê Kurdistanê jî didin. Hêjayî gotinê ye ku di roja operasyonên leşkerî de polîsan bi ser her du televizyon girtin."

Martîn Dolzer diyar kir ku Kurd ji ber êrîşên dewleta Tirk koçî Ewropayê bûne û li Ewropayê jî rastî polîtîkayên krîmînalîzekirinê tên. Martîn Dolzer bi bîr xist ku piştî êrîşa polîsan a li studyoyên Medya Haber û Stêrk TV li dijî Komeleya Drancy ya Parîsê êrîşa polîsan pêk hat, Martîn Dolzer bal kişand ser têkiliya di navbera her du êrîşan de.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi armanca şermezarkirina êrîşên hemwext ên polîsan û binçavkirina li se qenalên Medya TV û Stêrk TV yên Belçîkayê, li dijî malên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy û endamên wê yên li Parîsê û li dijî malên Kurdan û xebatkarên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê. meşek hat lidarxistin. 

Kurdistanî, Yewnanî û Înîsiyatîfa Riseup4Rojava (Ji bo Rojava ji bo Rojava rabin ser piyan) Yewnanistanê beşdarî çalakiya ku  bi pêşengiya DKTM’ê hat lidarxistin bûn.

Girseya ku saet di 18:00 de ji Qada Akademia heta Konsolosxaneya Belçîkayê meşiya, car caran ji aliyê polîsên Yewnanistanê ve hat astengkirin, lê tevî vê yekê jî hatin ber konsolosxaneyê.

Di çalakiyê de dirûşmên bi Kurdî, Tirkî û Yewnanî hatin berzkirin. Girse bi berzkirina dirûşmên "Faşîst Belçîka", "Faşîst Fransa", "Faşîst Tirkiye", "Bijî Berxwedana Metîna" dawî li çalakiya xwe anî.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê serdegirtin û binçavkirinên li dijî Stêrk TV, Medya Haber TV û komeleya Drancy hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga CDK-F û TJK-F’ê li Qada Republîquê li hev civiyan destnîşan kirin ku ev polîtîkayên qirêj gelê Kurd natirsîne, bervajî hêzê dide.

Li ser navê CDK-F’ê Şahîn Polat daxuyanî da û wiha got: “Bertekên gelê me îspat dike ku em li ser piyan in. Gelê Kurd û dostên wan li her derê qadan in û wê gav paşde neavêjin. Em ê ti carî dest ji mafên xwe bernedin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad bibe û statuya Kurdistanê bê naskirin em ê li berxwe bidin.”

Li ser navê komeleya ACTÎT’ê  jî Kemal Yoldaş axivî û got: “Em gelê Kurd nas dikin, dildarê azadiyê ye, xwe ji berdêlan nade paş, bi sedana sal in bi hezaran şehîd dane. Hemû welatên cîhanê li dijî gelê Kurd e, lê ji bîr dikin ku bi saya gelê Kurd ji DAÎŞ’ê rizgar bûn. Dibe ku Macrin vê ji bîr kiriye, lê divê gelê Fransayê vê yekê ji bîr neke û li gel gelê Kurd b

Di çalakiyê de belavokên Fransî hatin belavkirin û ji bo meşa 27’ê Nîsanê bê lidarxistin bang hate kirin.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, zextên li ser çapemeniya Kurd şermezar kirin. Li ser navê girseya ku li Canabiere li hev civiyan, Hevserokê DKTM'ê yê Marsîlyayê Enes Karliova axivî û diyar kir ku armanca êrîşên li dijî çapemeniiya Kurd êrîşa li ser gelê Kurd e û wiha got: “Ez êrîşên NATO û Fransayê şermezar dikim. Hûn çi bikin jî nikarin îradeya Kurdan bişkînin û rê li ber têkoşîna wan bigirin.”

Karliova anî ziman ku Medya Haber û Stêrk TV çav û guhên gelê Kurd in û wiha got: “Destê xwe ji çapemeniya me vekêşin.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “ "Erdogan bi piştgiriya Fransayê êrîşî Kurdan dike" berz kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi dehan kes li ber Europa Galerie çalakiya protestoyî lidarxistin. Di çalakiya ku daxuyaniya KCDK-E'yê hat xwendin de gelek caran dirûşmeya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hat berzkirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê serdegirtinên li dijî Stêrk TV, Medya Haber TV hate protestokirin. Kurdistaniyên ku li ser banga Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê li Qada Kleber li hev civiyan, diyar kirin ku serdegirtinên polîsan bi armanca rê li ber komkujiyan Kurdan bê vekirin tên kirin.

Di çalakiyê de li ser navê DKTM Strasboûrgê Velî Tekîner axivî û anî ziman ku dewletên Ewropayê bi krîmînalîzekirina Kurdan hewl didin berjewendiyên xwe yên qirêj ên aborî û siyasî yên bi dewleta Tirk re veşêrin.

Rojnamevan Huseyîn Elmali jî daxuyaniiya CDK-F’ê xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên dewleta Fransayê yên di demên dawî de li dijî gelê Kurd zêde bûne, hat kirin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku dewletên Ewropayê demildest dev ji vê polîtîkaya durûtiyê berdin.

MÛLHOÛSE

Li bajarê Mûlhoûsê jî bi heman armancê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Porte Jeune li hev civiyan dewleta Belçîka û Fransayê protesto kirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku Fransa û Belçîka bi dewleta Tirk re hewl didin li ser Kurdan planeke qirêj pêk bînin. Hate gotin ku êrîşên li dijî çapemenî û saziyên Kurdan armanc dike ku destkeftiyên Kurdan ji holê rake.

WINTERTHÛR

Kurdistaniyên ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) li ber stasyona trenê ya navendî ya Winterthurê li hev civiyan, serdegirtinan şermzar kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên çapemeniyê destpê kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthûrê Coşkun Dersim axivî. 

Coşkun Dersim bal kişand êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û got ku êrîşên li ser çapemeniya Kurd jî girêdayî êrîşên dagirkeriyê ne û wiha got: “Çapemeniya azad guhê me ye. Em ê li dijî van êrîşan her tim li gel kedkarên çapemeniya azad bin.”

Siyasetmedar Musa Farisogullari anî ziman ku hem êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hem jî êrîşên li dijî Çapemeniya Azad berhema konsepteke topyekûn e û wiha berdewam kir: “Belçîka li ser daxwaza Tirkiye û Fransayê bi ser saziyên me de girt. Bi vê yekê re hewl didin çapemeniya azad bêdeng bikin. Bila hêzên komploger bizanibin ku gelê me ev 50 sal in li berxwe didin û wê li berxwe bidin.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Berxwedana Gerîla" û "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin.

BELLINZONA

Li bajarê Bellînzona yê Swîsreyê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û êrîşên li ser saziyên Kurd hate protestokirin. Çalakî li ber stastona trenê ya navendî hat lidaraxistin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bellînzona Recep Akkamiş di çalakiyê de axivî û êrîşa li dijî televîzyon û çapemeniya Kurd şermezar kir.