Li Parîsê radestkirina Kurdan a ji dewleta Tirk re hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ji ber ku Fransa 3 aktîvîstên Kurd bi awayekî neqanûnî radestî dewleta Tirk kirin, meşeke protestoyî li dar xistin.

POLÎTÎKAYÊN KRÎMÎNALÎZASYONÊ

Gelê Kurdistanê li dijî Fransa ku 3 ciwanên Kurd dersînor kir û di nava 2 hefteyan de radestî dewleta Tirk kirin, protesto kirin.

Girse li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Parîsê li hev civiya û heta Qada Stalîngradê meşiya.

Bi sedan kes û dostên gelê Kurd ku hilbijartiyên Fransayê Danielle Simonet, Elî Joussellin û Dominique Sopo jî di nav de bûn meşiyan. Di meşê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana ciwanan” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Li Qada Stalîngradê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurdistanê li hemberî van polîtîkayên qirêj serî natewîne, ti carî netirsiyaye û natirse.