Li Wînterthûrê çalakiya 'Roja Gelan'
Kurdistanî bi komên xwe yên govend û koroyê tevlî Roja Gelan a li Wînterthûrê bûn.
Kurdistanî bi komên xwe yên govend û koroyê tevlî Roja Gelan a li Wînterthûrê bûn.
Li bajarê Wînterthûr ê Kantona Zurîch a Swîsreyê çalakiya 'Roja Gelan' hate lidarxistin.
Çalakiya 'Roja Gelan' ku her sal meha Gulanê bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal di 13'ê Nîsanê hate lidarxistin û gelek neteweyan rengê xwe nîşan dan.
Çalakî li Altekaserne Kûltûrzentrûm a Wînterthûrê hate lidarxistin û Kurdistaniyên li Wînterthûrê jî bi komên xwe yên govend û koroyê tevlî bûn.
Di çalakiyê de gelan ji bo danasîna mutbexa xwe stant danîn û xwarina xwe nîşan dan.
Navenda Civaka Kurd a Wînterthûrê jî hem xwarina xwe hem û çanda Kurdan da naskirin. Her wiha koroya zarokan û koma govendê jî hunera xwe nîşan dan.
Çalakiya 'Roja Gelan' bi çand, reng û xwarina gelan heta derengiya şevê dewam kir.