Kampanya 'Elewî ansîklopediya xwe dinivîsînin' tê destpêkirin

Akademiya Riza Şehrî (RSA) bi dirûşma 'Elewî ansîklopediya xwe dinivîsînin" di 27'ê Nîsanê de dest bi kampanya nivîsandina ansîklopediyê dike.

Di daxuyaniya RSA'yê de hate ragihandin ku bi ansîklopediya Elewî re dixwazin xwedî li dîrok, bawerî, çand û bîranînên Elewiyan derkevin û bigihînin paşerojê.

RSA'yê diyar kir ku dîrok, çand, baweriya Elewiyan niha bi destê serdestan û desthilatdaran têne nivîsandin û destnîşan kir ku ev rewş ji bo tepisandina hişê Elewiyan û afirandina Elewîtiya li gorî xwe ye.

Di çarçoveya kampanyayê de wê komxebat, konferans, semîner bêne lidarxistin û hevkarî bi qada akademiyê re bê kirin.

Çalakiya ji bo destpêkirina kampanyayê wê di 27'ê Nîsanê sate di navbera 13:00-15:00 de li navnîşana "Körnebachstraße 49-51, 44143 Dortmund" bê lidarxistin.