Ji bo Serhat Gultekîn li Malsîlyayê çalakî hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên Kurdan ên Fransî ji bo aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn ê radestî Tirkiyeyê hat kirin şermezar bikin çalakî li dar xistin.

KURDAN RADESTÎ FAŞÎZMA TIRKAN DIKIN

Aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn ê ku li Fransayê daxwaza penaberiya siyasî kiribû û ji Kanûna 2023’an pê ve îmze dida, di 10’ê Nîsanê de dema diçû îmzeyê biavêje ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Di nava du hefteyan de 2 ciwanên Kurd ên din radestî Tirkiyeyê hatin kirin.
Girseya gel li Qada Canabiere ya Marsîlyayê li hev civiya û piştî deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin.

Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê Enes Karliova axaftinek kir. Karliova got, “Em dixwazin bînin bîra dewleta Fransayê ciwanên Kurd ên ji faşîzma dewleta Tirk reviyan û xwe spartin Ewropayê radestî Tirkiyeyê kir. Bi hezaran Kurd bi têkoşîna li dijî DAIŞ’a barbar ku gef li we dixwar, mirovahiyê rizgar kirin. Û niha jî hûn ciwanên Kurd radestî serokê wan barbaran dikin. Ka li ku ma dirûşma we ya azadiyê, demokrasiya we li ku ye?"

Di daxuyaniya li ser navê saziyên Fransî de hat gotin, “Tirkiye dewleteke dîktator a di destê Erdogan de ye. Hûn çawa dikarin ciwanên Kurd ên qehreman radestî dewleteke ku Kurdan dikuje, wan neçarî sirgûnê dike û bi barbarên DAIŞ’ê re dixebite, bihêlin? Demildest dev ji vî sûcî û vê xeletiyê berdin."

Berdevkê Karên Derve Salih Xinûs jî bi van gotinan bertek nîşan da: “Ez tenê dixwazim vê bêjim. Ma hûn ê gelê qedîm ên ku ewqas bedel dane biparêzin an jî serokê DAIŞ'ê Erdogan biparêzin?”

Di çakayê de timî dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Hevkar Macron" û "Hevkar Ewropa" hatin berzkirin. Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya 15’ê Nîsanê li Strasboûrgê bê lidarxistin, bi dawî bû.