Werzişvanê Kurd Cumalî Aslan madalyaya zêrîn wergirt 

Werzişvanê Kurd Cumalî Aslan di meşa 20 km’yî ya ku li Fransayê hat lidarxistin bû yekemîn û madalyaya zêrîn wergirt. Aslan got, "Armanca min ew e ku di Olîmpiyadê de nûnertiya gelê Kurd bikim." 

Werzişvanê Kurd Cumalî Aslan (24) ku beşdarî bernameya Olîmpiyadên Havînê ya li bajarê Nancy ê Fransayê bû, di pêşbirka 20 km ya ku bi navê "Pêşbirka Rê" hat organîzekirin de bû yekemîn. Cumalî Aslan diyar kir ku li Tirkiyeyê 10 salan atletîzma profesyonel kir û got, "Ji ber ku min dixwest nûnertiya Kurd û Kurdistanê bikim, ez qet di bin ala Tirkan de beşdarî pêşbirkan nebûm. Ez madalyaya xwe diyarî gelê xwe dikim." 

Cumalî Aslan diyar kir ku 2 sal berê hatiye Elmanyayê û li vir bi awayekî profesyonel atletîzma xwe domandiye. Di Meşa Navneteweyî ya 35 kîlometroyî ya ku di Cotmeha 2023’an da li bajarê Zîttauya Elmanyayê hat lidatxistim bûbû duyemîn.