BI DÎMEN

Li Mannheîmê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin

Li Mannheîmê pergala qirkirinê ya li Îmraliyê hat protestokirin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADΠ

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li dijî tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin.

Di mîtînga ku li Paradeplatzê hat lidarxistin de axaftin hatin kirin. Piştî daxuyaniyê hat destnîşankirin ku gelê Kurd wê rê nedin pêkanînên dermirovahî yên di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser girtiyên siyasî tên meşandin. Piştî daxuyaniyê qertên ji bo Îmraliyê hatibûn amadekirin, şandin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û “Kujer Erdogan" hatin berzkirin.