EWROPA
Hemû Nûçe
-
Newroza Frankfurtê bi dawî bû: Elmanya vê îradeyê bibîne
Bi deh hezaran kesên beşdarî Newrozê bûn daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statu" kirin û gerîlayê ku mizgînî da gel hat silavkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo Elmanya ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike peyama "Vê îradeyê bibîne” dan. -
Li Rennesê coşa Newrozê
Kurdistaniyên li Rennes û bajarên derdorê dijîn agirê Newrozê pêxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Di Newroza Fransayê de bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistanê
Komîteya Rêveber a PKK’ê di peyama ji bo Newroza Fransayê şand de wiha got: “52’yemîn Newroz di esasê xwe de Newroza Rêbertiyê ye. Em bang li her kesên ku agirê azadiyê di dilê wan de heye, li dijî Dehaqên îro bibin Kawayê nûjen.” -
Peyama KCK'ê ya ji bo Newroza Frankfûrtê: Sala 2024'an sala seferberiyê ye
Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' li Newroza Frankfûrtê hatin ba hev. KCK'ê ji bo pîrozbahiyê peyamek şand û got, "Divê em sala 2024'an veguherînin saleke encamgir. Em sala 2024'an weke sala seferberiyê digirin dest." -
Li Mala Neteweyan ya Moskowayê Newroz hate pîrozkirin
Li Peytexta Rûsyaya Federal Moskowayê pîrozbahîya Newrozê hate lidarxistin. -
Newroza Frankfûrtê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' destpê kir
Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' li Newroza Frankfûrtê li hev kom bûn. -
Li Parîsê Kurdistanî û dostên wan diherikin qada Newrozê
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Parîsa paytexta Fransayê gel diherike qadê şahiyê. -
Di Newroza li Orebroyê de gerîla hate silavkirin
Li bajarê Orebro yê Swêdê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” Newroz hate pîrozkirin û gerîla hate silavkirin. -
Li Frankfûrtê gel diherike qada Newrozê
Kurdistanî û dostên wan herikîn şahiya Newroza navendî ku wê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin. -
Li Sheffîeld û Brîghtonê Newroz hate pîrozkirin
Li dêrên li bajarên Sheffîeld û Brîghtonê yên Îngilistanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin û di şahiyan de dirûşmeya ‘’Ji Rêber Apo re Azadî’’ hate berzkirin. -
Di Newroza Lozanê de bê navber dirûşmeyên berxwedanê hatin berzkirin
Cejna Newroz ku sembola vejîn û berxwedanê ye, li Lozanê hate pîrozkirin. -
Li Sydney û Stûttgartê Newroz hat pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê agirê Newrozê bi girseyî hat vêxistin, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê meşeke bi heybet hat lidarxistin; piştre pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. -
Elmanya dixwaze penaberê Kurd radestî Tirkiyeyê bike
Penaberê Kurd Sekvan Tanguner ê ku li Tirkiyeyê biryara girtina wî heye, ji aliyê polîsên Bavyerayê ve hat binçavkirin. Hat gotin ku Tanguner ê ku sewqî dadgehê hatiye kirin wê heta 2’yê Gulanê radestî Tirkiyeyê bikin. -
Li Marsîlyayê Festîvala Newrozê dest pê kir
Festîvala Newrozê ya çar rojan li Marsîlyayê bê lidarxistin bi resepsiyonekê dest pê kir. -
Mîdya Xelîl a Efrînî: Em li Frankfûrtê qada Newrozê tejî bikin
Mîdya Xelîl a ji Efrînê banga tevlîbûna Newroza Frankfûrtê kir û got: “Tejîkirina qada Newrozê, wê herî zêde ji dijmin re bibe bersiv.” -
Li Berlînê meşa ciwanan a Newrozê
Li paytexta Elmanyayê Tevgerên ciwanên Kurd bi meşekê Newroz pîroz kirin. -
Serokkomarê Fransa yê berê: Berxwedana gelê Kurd îlhamê dide me
Li Parîsê siyasetmedarên Fransî û Kurd di resepsiyona Newrozê de hatin ba hev. Serokkomarê berê Françoîs Hollanda ji gelê Kurd re got, “Cesareta we îlham dide me.” -
Li bajarê Nantesê meşa Newrozê
Li bajarê Nantes ê Fransayê şeva Pêncşemê meşa Newrozê hate lidarxistin. -
Li Kalîforniyayê pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê San Dîego yê eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Newroz hate pîrozkirin. -
Li Draguignan û Esslingenê Newroz: Ji Rêber Apo re azadî!
Di pîrozbahiya Newrozê yên li Draguignan û Esslingenê de, peyama “Ji Rêber Apo re azadî” hat dayîn û gerîla hatin silav kirin. -
Cejna Newrozê li Krasnodarê hat pîrozkirin
Bi sedan Kurdên ku li Bajarê Krasnodarê ya Rûsyaya Federal dijîn, hatin ba hev û cejna Newrozê pîroz kirin. -
Kurdan û Yewnanan Newroz pîroz kirin
Kurdan û Yewnanan li Atînayê Newroz kirin. Di şahiyê de peyama mezinkirina berxwedanê ya li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê hate dayîn û berxwedana gerîla hate silavkirin. -
Li Sardegnayê wê meşa Newrozê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê lidarxistin
Bi pêşengiya Sendîkaya Perwerdeyê COBAS'ê li Girava Sardegna ya Îtalyayê wê "Newroz 2024’an, Meşa Piştgiriya Enternasyonalîst a Rêya Kurdistanê" tê lidarxistin. -
Sebahat Ergîn: Newroz ruhê ku wê tecrîdê bişikîne ye
Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn banga tevlîbûna Newroza Frankfûrtê kir û got: “Di 23’yê Adarê de em li Frankfûrtê bên ba hev û bibin dengê bexwedan, têkoşîn û azadiya mirovahiyê.” -
Li 7 bajarên din ên Swîsreyê agirê Newrozê hate dadan
Kurdistaniyan bi meşên meşaleyî Newroz pêşwazî kirin û ji bo serxistina pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' diyar kirin ku wê xwedî li ruhê berxwedêriyê yê Newrozê derkevin.