EWROPA
Hemû Nûçe
-
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komxebata çareseriyên altarnatîf lidar xist
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo derbaskirina krîzên li Rojhilata Navîn û pêşkêşkirina çareseriyên alternatîf, komxebatek organîze kir. -
Komeleya Kurd a Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa nîjadperestan da
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa ku bi guleyeke bi nivîsa ‘SS’ hatî xwarin da û got: “Polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya saziyên dewletê ji êrîşên nîjadperestan re zemînê amade dike.” -
3 şehîdên ji heman malbatê li Bonnê hatin bibîranîn
Li bajarê Elmanya Bonnê ji bo Zîn Jînda ya herî dawî li Tebqayê şehîd bibû û şoreşgerên bi navê Rizgar û Latîf ên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Şehîd Fîraz Dag hat bibîranîn
Derhêner û Rojnameger Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê li Reqayê şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana London Highgate ya ku gora wî lê ye, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. -
Li Stûttgartê li dijî tundrewên rast xwepêşandanek hat lidarxistin
Nêzî 8 hezar kes li ser banga zêdeyî 80 saziyan li Stûttgartê li hev civiyan û bi dirûşma "Pêla rastgiran bişkînin" meşiyan û peyama "Em ê di têkoşîna li dijî AfD'ê de bi ser bikevin" dan. -
Li Kantona Aargauyê bi sedan qert şandin Îmraliyê
Qertên di çarçoveya kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert” li bajarên Swîsre Wildegg, Brugg û Lenzburgê hatin amadekirin, bi girseyî hatin şandin. -
Konferansa Cenevreyê bi dawî bû: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Di konferansa li Cenevreyê de bal kişand ser hevkariya hêzên navneteweyî di avakirin û birêvebirina sîstema êşkenceya Îmraliyê û peyama "Deriyê Îmraliyê bi berxwedan û têkoşîna hevpar dikare bê vekirin" hat dayîn. -
Li Bremenê sempozyûma Perwerdehiya Ziman û Pêşdibistanê hat dayîn
Yekmal e. V, Yekîtiya Mamosteyên Kurd û sendîkaya GEW'ê “14’emîn Sempozyûma Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" organîze kirin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi coş didome
Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê di roja sêyemîn de bi coş didome. Çalakgeran bi kesên hatin serdana wan re ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên zindanan re qert şandin. -
Balafirên bêmirov ên Tirk ku bi fonên Ewropayê bihatana kirîn hate astengkirin
Fransa û Yewnanistanê balafirên bêmirov ên Tirk ku bi fonê Ewropayê ji Ukraynayê re bihatana kirîn asteng kirin. -
Konferansa Cenevreyê: Li Îmraliyê hiqûq nîne, berxwedan heye
Li Cenevreyê di konferansa li ser sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de, hat destnîşankirin ku li Îmraliyê ti hiqûq nîne û peyama “li Îmraliyê berxwedan heye” hate dayîn. -
Li Cenevreyê sîstema êşkenceyê û berxwedana li Îmraliyê ya 25 salan tê nîqaşkirin
Li Cenevreyê bi sernava “Li cîhanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî” konferansek tê lidarxistin. Kesên ku di qada xwe de pispor beşdarî konferansê bûn û sîstema êşkenceyê û berxwedana li Îmraliyê nîqaş dikin. -
FED-KURD: Îstixbarata Elman sîxûriyê li Kurdan ferz dike
FED-KURD’ê ragihand ku îstixbarata Elman gefên standina mafê rûniştinê li Kurdan dixwe û sîxûriyê ferz dike û ev bang li gel kir: “Bêyî parêzerên xwe û bêyî agahîdayîna me, hevdîtinê nekin.” -
Li Viyanayê cemiya Xizir: Divê her kes bibe Xizir
Li paytexta Viyanayê Elewiyan rojiyên Xizir a ji bo 3 rojan, bi cema ku ji aliyê FEDA’yê ve hatî organîzekirin, bi dawî kirin. Pîr Huseyîn got: “Divê li dijî zilmê her kes bibe Xizirê her kesî.” -
Komeleya Kurdan a li Bremenê bi guleyan hate tehdîtkirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bremenê bi nameyekê ku têde guleyeke û bi nivîsa ‘SS’ û xaça tewandî heyî, hate tehdîtkirin. -
Li Bordeaûx’ê ji bo piştgirî dayîna girtiyan greva birçîbûnê hate destpêkirin
Ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku 88 roj in grevê didomînin, bi pêşengiya TJK-F û SKB’ê li Bordeaûxê greva birçîbûnê hate destpêkirin. -
Wezîrê Dadê yê Berê yê Îzlandayê: Azadiya Ocalan gelekî girîng e
Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê Ogmûndûr Jonasson bang li dewleta Tirk kir ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, li pêvajoya aştiyê vegere û got, "Şertê destpêkê yê danûstandinan jî azadiya Ocalan e." -
‘Divê CPT mudaxeleyî tecrîda li Îmraliyê bike’
Montserrat Vînyets Pages ê li Parlamentoya Katalonyayê axivî, xwest CPT mudaxeleyî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bike û got: "Li ser navê berpirsyarî û demokrasiyê em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd bên berdan." -
Ciwanên Kurd li dijî CPT’yê çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. -
Li Elmanyayê di encama êrîşekê de gelek xwendekar birîndar bûn
Li Wuppertalê ya herêma Ruhr a Elmanyayê xwendekarekî êrîşî hevalên xwe yên polê kir û gelek xwendekar birîndar bûn. Êrîşkar hate girtin. -
'Tiştên ku niha li Ocalan tê kirin berê li Gramscî hatibû kirin'
Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dişibe kiryarên desthilatdariya Mûssolînî ya faşîst ên li dijî Antonîo Gramscî û got, "Dixwazin fikrên Ocalan bikujin ku Marksîzma vê serdemê ye." -
Ciwanan çalakiya vê hefteyê ya li Cenevreyê dewr girtin
Ciwanên ku çalakiya li ber NY’ê dewr girtin anîn ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareserî” di esasê xwe de banga mezinkirina berxwedanê ya ciwanên Kurd e. -
Nobeta Azadiyê: Xwedîderketina li Rêbertiyê, xwedîderketina li mirovahiyê ye
Koma Oldenbûrgê di hefteya nû de nobeta ku 12 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome, dewr girt. Çalakgeran gotin, “Xwedîderketina li Rêbertiyê, xwedîderketina li mirovahiyê ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pişt Rêberê xwe bin.” -
KON-MED: Ziman kilîda jiyîna çandê ye
KON-MED'ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Ziman kilîda jiyîna çandê ye. Ji ber ku ziman hest e, tenê bi pêkanîn û bikaranîna zimanê xwe em wê hestê dikarin bijîn." -
Bi sedan cotkarên Spanî bi traktoran berê xwe dan Madrîdê
Cotkarên Spanî ku hevrikiya neheq a ji hin welatên li derveyî Yekîtiya Ewropayê tên şermezar dikin, bi sedan traktorî berê xwe dan navenda Madrîdê.