Kurd wê di 13’yê Nîsanê de li Stockholmê çalakî li dar bixin

Kurdên ku li Swêdê dijîn wê di 13’yê Nîsanê de di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ de çalakiyeke navendî li dar bixin.

Kurdên ku li Swêdê dijîn di çarçoveya pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de wê çalakiyeke navendî li dar bixin. Çalakî wê li bajarê  Stockholmê were lidarxistin û di çalakiyê de wê polîtîkayên dewleta Swêdê yên ku gelê Kurd hedef digirin, werin protestokirin.

Amadekariyên çalakiyê bi dawî bûn û wê ji her aliyê Swêdê beşdarbûn pêk were.

NCD-K, Tevgera Jinan a Amara, PJAK, KEJAR, PYD, Tevgera Azadî, Enstîtu, MSD, rêxistinên çepgir ên Swêdê, PEKAN, YNK Goran, Komîteya Rojava û parêzer ên ku hemû di koordînasyona çalakiyê de cih digirin û daxuyaniyek dan û gotin: ‘’ Di serî de gelê Kurd em bang li dostên xwe û raya giştî dikin ku li dijî êrîşên faşîst têkoşîna xwe mezin bikin û tevlî vê çalakiyê bibin. Werin em bi hev re nerazîbûnên xwe yên ji tecrîda li ser gelê Kurd û ji polîtîkayên  krîmînalîzasyonê re nîşan bidin.’’