CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Zêdeyê 1350 kesan li Xezeyê jiyana xwe ji dest daye
Hat ragihandin ku di bombebarana Îsraîlê ya bi ser Xezeyê de zêdeyê 1350 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Roja 6'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Bîlançoya mirovî giran dibe
Di şerê Îsraîl-Hamasê de bîlançoya mirovî her roj hîn bêhtir giran dibe. Îsraîlê ragihand ku heta êsîr di destê Hamasê de bin wê ne av, ne elektrîk ne jî sotemeniyê bidin. -
Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
Senatorê ji Partiya Keskan a Awûstralyayê David Shoebridge êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji dewleta Tirk hesab bipirse. -
Bîlanço li Îsraîl-Fîlîstînê giran dibe, Hîzbûllahê jî li Îsraîlê xist
Di şer de ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, piraniya wan sivîl ji herdu aliyan bi hezaran kes hatin kuştin. Hîzbûllah a Lubnanê jî ragihand ku wan li artêşa Îsraîlê xistine û kirine ku windahiyên giran bide. -
Şerê Îsraîl-Hamasê vediguhere komkujiyê
Di şerê nû de ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, li aliyê Îsraîlê herî kêm 1200 kes, li Şerîda Gazzeyê jî di bombardûmanê de 974 kes hatin kuştin. Zêdeyî 260 hezar kes jî neçar man cih û warê xwe biterikînin. -
Efganistan careke din bi 6.3 pileyî hejiya
Li rojavayê Efganistanê ku 2 hezar kes ji ber erdhejê mirin, erdhejeke din a bi mezinahiya 6.3 pileyî rû da. -
Almanya derbarê êrîşên Hamasê de lêpirsîn da destpêkirin
Serdozgeriya Federal a Almanyayê ragihand ku sîstema dadweriyê derbarê êrîşên Hamasê li Îsraîlê bi gumana kuştin û revandina welatiyên Almanyayê pêk anîne lêpirsîn vekiriye. -
Roja 4'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Cenazeyên 1500 şervanên Hamasê hatin dîtin
Bîlançoya şerê ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, bi rengekî metirsîdar giran dibe. Îsraîlê Gazze dorpêç kiriye. Hate ragihandin ku li Îsraîlê cenazeyên 1500 şervanên Hamasê hatine dîtin. Lubnan jî di nava fikaran de ye. -
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de herî kêm 560 kes mirin û 2 hezar û 900 kes jî birîndar bûn
Piştî êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê, Îsraîl êrîşî Gazeyê kir. Di êrîşên hewayî yên li ser Şerîda Gazeyê de herî kêm 560 kes mirin. -
Elmanyayê alîkariya ji bo bipêşveçûna Filistînê da sekinandin
Hikûmeta Elman, piştî êrîşa Hemasê li Îsraîlê kir, eşkere kir ku alîkariya ji bo bipêşveçûna Filistînê daye sekinandin. -
Xelata Nobelê ya Aboriyê dan Claudia Goldin
Xelata Nobelê ya dawîn ku ya aboriyê ye, ji ber xebata li ser cihê jinan di piyaseya hêza kar de, dan profesora Zanîngehê Harvardê Claudia Goldin. -
Îsraîl bi temamî dor li Gazzeyê girt: Ne ceyran, ne av, ne jî gaz!
Piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê, Şerîda Gazzeyê ji aliyê Îsraîlê ve bi temamî hate dorpêçkirin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got, "Elektrîk nîne, av nîne, gaz nîne." -
Şer gur, rewş giran dibe
Piştî êrîşa Hemasê ya li dijî Îsraîlê, pevçûn berdewam in. Heta niha ji her du aliyan bi tevahî zêdeyê 1100î kesan jiyana xwe ji dest daye. Îsraîlê da xuyakirin ku 500 cih dane ber bombeyan. -
Li Xezayê şer dewam dike
Li Xezayê, li gelek noqteyan şer dewam dike. Hate ragihandin ku bi sedan kes hatine kuştin. Her wiha Îsraîlê ketina sotemeniyê û pêdiviyên din ên li bajêr rawestand. -
Li Îsraîlê her ku diçe rewş giran dibe: 40 mirî, nêzî hezar birîndar hene
Hamasê daxuyand ku wan leşkerên Îsraîlî dîl girtine, dîmenên tirsnak jî li ser torên dijîtal hatin parvekirin. -
Li Îsraîlê bi dehan mirî û bi sedan birîndar hene
Hamasê di saetên sibehê de ji nişka ve êrîşî Îsraîlê kir. Bi hezaran roket hatin avêtin û şervanên Filistînî ketin xaka Îsraîlê. Di bejahî de jî şer diqewime. Hamasê ragihand ku gelek leşkerên Îsraîlî dîl girtine. -
Pevçûn li Îsraîlê dest pê bûn
Piştî hêzên çekdar ên Hemasê serê sibehê li dijî Îsraîlê dest bi şer kir, li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin. Hat diyarkirin ku pevçûn li Îsraîlê ji erdê ve dest pê bûne. -
Ji Xezeyê roket berdan Îsraîlê
Ji Şerîda Xezeyê ku di bin kontrola Hemasê de ye gelek roket avêtin Îsraîlê. Li gorî hêzên çekdar ên Hemasê, zêdeyê pênc hezarî roket hatine avêtin. -
Ji ber felaketên guherîna avhewayê 43,1 milyon zarok koçber bûn
Li gorî UNICEF’ê di navbera salên 2016 û 2021’an de karesatên ku ji ber guherîna avhewayê pêk tên weke lehî û bahoz bûne sedema koçberbûna 43,1 milyon zarokan. -
Ji ber rabûna ava gola li Hîmalaya hejmara miriyan bû 40
Di encama rabûna gola Lhonak a li geliyê Hîmalaya ya li bakurê rojhilatê Hindîstanê, hejmara miriyan derket 40’î. -
Xelata Nobelê ya Aştiyê ji bo çalakvana Îranê Nerges Mihemedî hat dayîn
Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo aktîvîst Nerges Mihemedî ji ber "Têkoşîna wê ya li dijî zextên li ser jinan li Îranê û ji bo pêşxistina azadiya her kesî" hat dayîn. -
Ba bû bager li Taywanê
Servîsên rewşa hewayê yên Girava Taywanê, ragihand ku leza Bagera Koînûyê ku li başûrê giravê rabûye, saetê zêdeyî 340 kîlometreyan e. -
Li Hindistanê lehî rabû: 10 kes mirin, 82 kes winda bûn
Li geliyekî li bakurê Hindistanê ji ber lehiyê herî kêm 10 kes mirin, 82 kes jî hîn winda ne. -
Pakîstan dixwaze bi sed hezaran Afganî dersînor bike
Hikûmeta Pakîstanê ragihand ku ew dixwazin bi sed hezaran koçberên Afganî dersînor bikin. Hikûmeta Talîbanê jî bertek nîşanî biryarê da. -
Freedom House: Li Tirkiyeyê înternet ne azad e
Freedom House di rapora xwe ya azadiya înternetê ya sala 2023'an de diyar kir ku li Tirkiyeyê di van deh salên dawî de azadiya înternetê gav bi gav kêm bûye û ev welat xiste kategoriya ku înternet lê ne azad e.