Pakîstan dixwaze bi sed hezaran Afganî dersînor bike
Hikûmeta Pakîstanê ragihand ku ew dixwazin bi sed hezaran koçberên Afganî dersînor bikin. Hikûmeta Talîbanê jî bertek nîşanî biryarê da.
Hikûmeta Pakîstanê ragihand ku ew dixwazin bi sed hezaran koçberên Afganî dersînor bikin. Hikûmeta Talîbanê jî bertek nîşanî biryarê da.
Hikûmeta Pakîstanê di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de got ku ew ji bo 1,7 mîlyon Afganiyên ku li waelêt bi awayekî “qaçax” dijîn, heta 1’ê Mijdarê dem da ku ji welêt derkevin.
Berdevkê hikûmeta Talîbanê Zabîhullah Mucahîd di daxuyaniya xwe ya medya dijîtal de got: “Helwesta Pakîstanê ya li hember penaberên Afgan nayê qebûlkirin.”
Wezîrê Karên Hundir yê Pakîstanê Sarfraz Bugtî biryara dersînorkirinê rewa kir û îdia kiribû ku welatiyên Afganî berpirsê 14 ji 34 êrîşên xwekujî ne ku ji meha Çile ve li Pakîstanê hatine kirin.
Berdevkê Wezareta Penaberan a Afganîstanê Abdul Muttalîb Hakkanî di daxuyaniya xwe ya ji AFP’ê re got: “Ev tawanbarkirin ne rast in, ji ber ku Afganî ji bo ewlehiya xwe koçî welatên din kirin.”
Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de li Kabîlê desthilatdarî bi dest xist, têkiliyên her du welatên cînar di rewşekî aloz de ye.
Li gorî daneyên dawî yên NY’ê, li Pakîstanê 1,3 mîlyon penaberên Afganî hene û mafê 880 hezar kes ji wan heye ku li welêt bimînin.
Tê texmînkirin ku di şerên deh salên dawî de, bi milyonan Afganî koçi Pakîstanê bûn. Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, nêzî 600 hezar kes koçî Pakîstanê bûn.