Şer gur, rewş giran dibe
Piştî êrîşa Hemasê ya li dijî Îsraîlê, pevçûn berdewam in. Heta niha ji her du aliyan bi tevahî zêdeyê 1100î kesan jiyana xwe ji dest daye. Îsraîlê da xuyakirin ku 500 cih dane ber bombeyan.
Piştî êrîşa Hemasê ya li dijî Îsraîlê, pevçûn berdewam in. Heta niha ji her du aliyan bi tevahî zêdeyê 1100î kesan jiyana xwe ji dest daye. Îsraîlê da xuyakirin ku 500 cih dane ber bombeyan.
Sê roj in şerekê dijwar li Îsraîlê tê kirin. Bi dehhezaran leşkerên Îsraîlî ji bo kontrolê ji destên mîlîtanên Hemasê derbixin, xwe li nêzê Şerîda Xezeyê bi cih dikin.
Roja Şemiyê Hemasê bi hezaran roket avêtin Îsraîlê û bi sedan şervanên wê ketin nava Îsraîlê. Şer her ku diçe dijwar, rewş giran dibe.
JI ÎSRAÎLÊ ZÊDEYÊ 700Î KES MIRINE
Ji Îsraîlê 700 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di bîlançoya nû de ku Wezareta Tenduristiyê roja Duşemiyê ragihand, diyar kir ku 2.382 du birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin, rewşa 22 kesan krîtîk ya 345 kesan jî cidî ye. Hikûmeta Îsraîlê her wiha da xuyakirin ku zêdeyê 100î Îsraîlî di destên Hemasê de ne.
JI ALIYÊ FILISTÎNÊ ZÊDEYÎ 400Î KES MIRINE
Rayedarên Filistînî jî da zanîn ku li Şerîda Xezeyê ku ji sala 2007’an ve di bin destên Hemasê de ye, 78 zarok û 41 jin bi tevahî 413 Filistînî hatine kuştin. 2 hezar û 300 kes jî birîndar in.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku piştî ketine nava Îsraîlê, zêdeyê 400î mîlîtanên Filistînî kuştine.
DI MÎHRÎCANÊ DE QETLÎAM HAT KIRIN
Roja Şemiyê saet di 06.30’an de gava mîhrîcana muzîkê elektronîk li Îsraîlê, hêzên Hemasê êrîş kir, qetlîam çêbû. Li cihê mîhrîcanê herî kêm cenazeyên 260 kesan hatin dîtin.
ZÊDEYÊ HEZARÎ ŞERVANAN ÊRÎŞ KIR
Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conrîcûs bi şev li ser X ( bi navê xwe yê berê Twitter) peyamek weşand, got ku zêdeyê 1000î şervanên Hemasê êrîş kiriye.
ZÊDEYÊ 500Î CIH HATIN BOMBEKIRIN
Şer dewam e, rewş her ku diçe giran dibe. Artêşa Îsraîlê roja Yekşemiyê bi şev wan ji hewayê ve û bi topan li zêdeyê 500 cihên Hemasê û Cihada Îslamî xistiye.
Ji roja ava bûye li ser erda Îsraîlê ta bi niha, tu şerekê wiha kujende çê nebûye. Roja sisêyan a şer bi dehhezaran leşkerên Îsraîlî ji bo kontrolê ji destê şervanên Hemasê derbixin, xwe li nêzê Şerîda Xezeyê bi cih dikin.
Li gor rojnameva Haaretzê, roja Yekşemiyê şer di navbeyna leşkerên Îsraîlî û 70 şervanên Filistînî de li qûntarên Be’erî yê li başûrê Îsraîlê berdewam bûye. Fikara artêşa Îsraîlê ew e ku li herêmê tûnêl di bin erdê de hene.
LI 7-8 CIHAN PEVÇÛN E
Berdevkekê leşkerî da der ku roja li heft ya jî heşt cihên derdora Şerîda Xezeyê şer bi şervanên Filistînî re ku ketina nava axa Îsraîlê, berdewam e.
Serheng Rîchard Hecht daxuyanî da rojnamevanan, got: ‘’Em hêj jî şer dikin. Li derdora Şerîda Xezeyê, li heft ya jî heşt cihan şerê şervanên me bi terorîstan re, berdewam e.’’
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, roja Yekşemiyê bi lez û bez li hev civiya, lê bi pişt re tu daxuyanî nehat dayîn. Alîkarê sefîrê DYE’yê Robert Wood, wiha gazinc kir: ‘’Gelek welatan êrîşên Hemasê şermezar kirin lê diyar e ku ne hemû ne.’’
QEY ÎRAN JÎ KET NAV ŞER?
Li gor nûçeya Wall Street Journalê ku çavkanî rayedarên payebilind ên Hemas û Hizbullahê ne, Îran, roja Duşemiyê ya çûyî, di civînekê de ku li Beyrûda paytexta Libnanê hatiye çêkirin, ji êrîşê re bi ser Îsraîlê de, gotiye erê. Tehranê got ku îdia derew e.