Li Îsraîlê bi dehan mirî û bi sedan birîndar hene

Hamasê di saetên sibehê de ji nişka ve êrîşî Îsraîlê kir. Bi hezaran roket hatin avêtin û şervanên Filistînî ketin xaka Îsraîlê. Di bejahî de jî şer diqewime. Hamasê ragihand ku gelek leşkerên Îsraîlî dîl girtine.

Agirbesta ku di meha Gulanê de hatî ragihandin, vê sibehê bi dawî bû. Lîwayên El Kassam Izzeddîn ku hêzên çekdar ên Hemasê ne, ragihand ku zêdeyê pênc hezaran roket avêtine Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ji Xezeyê kes ketine nava erdê Îsraîlê. Hat diyarkirin ku nêzîkê 60 kesên kesên bi çek ketine nav 14 cih û waran. Her wiha hat gotin ku gelek Îsraîlî dîl hatine girtin.

LEŞKER DÎLGIRTÎ HENE, HERÎ KÊM 22 KES MIRIN

Lîwayên El Kassam ragihand ku gelek leşkerên Îsraîlî dîl girtine. Li gorî bîlançoya servîsên lezgîn a Îsraîlê, di êrîşa ku ji aliyê baskê bi çek ê Hamasê ve pêk hatî û didome de, herî kêm 22 Îsraîlî mirin.

ZÊDEYÎ 540 BIRÎNDAR

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku nêzî 545 birîndar hene.