CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hîmalaya lehî rabû: 23 leşkerên Hind winda bûn
Artêşa Hindistanê ragihand ku piştî lehiya li geliyekî Hîmalaya yê li bakurrojhilatê welêt herî kêm 23 leşkerên wan winda bûne. -
Parlamentoya Ewropayê erênî li qanûna azadiya çapemeniyê dinêre
Parlamentoya Ewropayê (PE) erênî nêzîkî qanûna ji bo medyaya serbixwe, pirdengî û parastina çavkaniyê veşartî dibe. -
Endamtiya UCM’ê ya Ermenîstanê hate pejrandin
Piştî Azerbaycan Qerebaxê dagir kir, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) endamtiya parlementoya Ermenîstanê pejirand. Moskow ji ber vê pêşketinê aciz e. -
Krîza Qerebaxê: Îran li dijî 'guhertina jeopolîtîk' e!
Îranê serweriya Azerbêcanê li ser Qerebaxê nas kir, lê li hember “guhertinên jeopolîtîk” li Kafkasyayê hişyarî da. -
NATO’yê leşkerên xwe yên li Kosovayê zêde kir
NATO ku aloziya di navbera Sirbîstan û Kosovayê de weke hincet nîşan da, ragihand ku hejmara leşkerên xwe yên li Kosovayê zêde kiriye. -
Li Bangladeşê ji ber vîrûsa dangê zêdeyî hezar kes mirin
Hat ragihandin ku li Bangladeşê ji serê salê û vir ve ji ber vîrûsa dangê ya ku ji ber pêve dana pêşûyan pêk tê belav bûye, zêdeyî hezar kes mirin. -
Li Misrê agir bi avahiyeke mezin ket: Herî kêm 38 kes birîndar bûn
Li Misrê agir bi avahiyeke bilind a li bajarê Îsmaîliyeyê ket, ku li qiraxa Qenala Suveyşê ye. Herî kêm 38 kes birîndar bûn. -
Aqûbeta botek penaberan a li peravên Îsraîlê nayê zanîn
Derbarê aqûbeta botek panaberan ku tê texmînkirin roja Yekşemê li peravên Îsraîlê hatibû dîtin , lêpirsîn hat destpêkirin. -
Li Varşovayê bi sed hezaran li dijî hikûmetê meşiyan
Li Polonyayê 15 roj man ji hilbijartinan re. Bi sed hezaran kes li navenda paytext Varşovayê ji bo ku li dijî hikûmetê bimeşin, hatin ba hev. -
Nivîskar û senarîstê Sûriyeyî Xalid Xelîfe jiyana xwe ji dest da
Xalid Xelîfe ku yek ji nivîskarên hemdemî yê herî navdar ên welatê xwe bû, di 59 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Wîkîpedîa Îngilizî: Zimanê Kurdî bû 8’emîn zimanê cîhanê
Zimanê Kurdî di Wîkîferhengê (Viktionary) de zimanê Farisî, Tirkî û Erebî derbas kir û bû 8’emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê. -
Li Swêdê zarok ji bo kuştinê serî li çeteyan didin!
Şîdeta çeteyan li Swêdê her ku diçe zêde dibe. Polîsan diyar kirin ku zarok ji bo kuştinê xwe bi xwe bi çeteyan re dikevin têkiliyê. -
Ji bo serokwezîriya Spanyayê rê li ber çepgir Sanchez vebû
Serokê rastgirên Spanyayê Alberto Núñez Feijóo ji bo ku bibe serokwezîr piştgiriya ku lê digere di parlamentoyê de nedît. Di dengdana pêbaweriyê ya duyemîn de jî hat redkirin. -
Serokkomarê Iraqê serdana Hemdaniyeyê kir, qurbanî wê weke ‘şehîd’ bên tomarkirin
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand ku 115 kesên di şewata li salona dawetê ya li Hemdaniyeyê de jiyana xwe ji dest dane, wê weke şehîd bên tomarkirin. -
Piştî Korsîkayê Bretonya jî xweseriyê dixwaze
Piştî pêşniyara xweseriyê ya ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji Girava Korsîkayê re kir, Bretonyayê jî heman daxwaz kir. -
Qerebax bi temamî tê valakirin
Li Qerebaxê, hejmara mirovên ku ji ber teqîna li depoya sotemeniyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 170 kesî. Hejmara mirovên ji herêmê koç kirine jî 85 hezar kes derbas kir. -
Li Pakistanê di êrişê de hejmara miriyan ji 50’ê derbas kir
Di êrîşa xwekujiyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakisanê nêzî mizgeftekê pêk hatî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 50’ê derbas kir. -
Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 6 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn
Li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê li nêzî mizgeftekê teqînek çêbû. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
NY: Sala 2023'an li Derya Spî zêdeyî 2.500 koçber mirin an jî winda bûn
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNHCR) ragihand ku ji destpêka sala 2023'an û vir ve zêdeyî 2.500 koçberên hewl dan ji Derya Spî derbas bibin û xwe bigihînin Ewropayê, mirin an jî winda bûn. -
Elmanya û Îsraîlê peymana ‘Arrow-3’ îmze kirin
Elmanyaya ji şerê li Ukraynayê vir ve dest bi pêvajoya çekdarbûnê kir û bi Îsraîlê re li ser sîstemên parastina hewayî ya ‘Arrow-3’ peyaman îmze kirin. -
Bakurê Koreyê ‘statuya dewleta nukleerî’ xist nava destûra xwe ya bingehîn
Serokkomarê Bakurê Koreyê Kîm Jong Ûn, da zanîn ku statuya dewleta nukleerî ya welêt di Destûra Bingehîn de cih bi cih bûye. -
Komara Qerebaxê hildiweşe
Komara Qerebaxê ku yekalî serxwebûna xwe ragihandibû, piştî êrîşa dawî ya Azerbaycanê, biryar li ser rakirina hikumê xwe û hemû saziyên xwe da. -
Ji ber şewata li Mûsilê 14 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Hamdaniye ya Mûsilê ji ber şewata şeva 26'ê Îlonê herî kêm 115 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de 14 kes hatin destgîrkirin. -
50 hezar Qerebaxî koçî Ermenistanê kirin
Piştî êrîşa dagirkeriya Azerbêcanê ya li ser Qerebaxê, hejmara penaberên ku sînorê Ermenistanê derbas kirin 50 hezarî derbas kir. -
Bi dehhezaran Qerebaxî li Ermenistanê bûn penaber
Piştî Azerbaycanê bi armanca dagirkirinê êrîş birin ser Qerebaxê, xelk dest bi koça ber bi Ermenistanê ve kir. Koçberî berdewam e.