Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Ji ber rabûna ava gola li Hîmalaya hejmara miriyan bû 40

Di encama rabûna gola Lhonak a li geliyê Hîmalaya ya li bakurê rojhilatê Hindîstanê, hejmara miriyan derket 40’î.

Rayedarên eyaleta Sikkimê, diyar kirin ku roja Çarşemê ji ber ji nişka ve ji gola cemedê ya Lhonakê av rabû, bîlanço giran bû.

Bi dîtina cenazeyên nû re hejmara miriyan herî kêm derket 40’î. Di nav miriyan de 6 leşkerên artêşa Hindistanê jî hene.

Gola Lhonak a ku rabû û bû sedema wêraniyeke berfireh li geliyê, li qontara cemedeke nêzî Kançencunga ku sêyemîn çiyayê herî bilind ê cîhanê ye.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Eyaleta Sikkimê, nêzî 8 hezar kesên xwe li kampên alîkariyê yên demkî yên ku li dibistan, kargehên hikûmetê û malên mêvanan hatine avakirin, ragirtine.

Hikûmeta Hindistanê ragihand ku wan fonek ji bo hewildanên alîkarî û rizgarkirinê pejirand.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi soz da ku "hemû piştgirî" bide mirovên ku ji karesatê bandor bûne.

Li gorî dîmenên satelaytê yên ku ji hêla Rêxistina Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê ve hatine weşandin, li Gola Lhonak piştî rabûna avê ji sê parên duyan kêm bûye, bi qasî 105 hektar qada avê biçûk bûye.

Li gorî rapora ku di meha Hezîranê de ji aliyê Navenda Navneteweyî ya Pêşvebirina Çiyayê Entegre yê Nepalê (ICIMOD) ve hat weşandin, di navbera salên 2011-2020’an de cemeda Hîmalayan ji sedî 65 li gorî deh salên bihurî zûtir heliyaye.

Zanyaran diyar dikin ku sedema vê yekê guherînên avhewayê ye û dê di paşerojê de zêdetir bibe.

Li gorî zanyarên avhewayê, ji serdema pêş pîşesaziyê û vir ve germahiya navîn a li ser rûyê erdê bi qasî 1,2 pileyî zêde bûye, lê belê herêmên bilind ên çiyayî yên cîhanê bi du qatan zêde germ bûne.