Roja 4'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Cenazeyên 1500 şervanên Hamasê hatin dîtin

Bîlançoya şerê ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, bi rengekî metirsîdar giran dibe. Îsraîlê Gazze dorpêç kiriye. Hate ragihandin ku li Îsraîlê cenazeyên 1500 şervanên Hamasê hatine dîtin. Lubnan jî di nava fikaran de ye.

Şerê ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, ku destpêkê bi hezaran roket hatin avêtin, piştre jî hêzên Hamasê ketin nava Îsraîlê, giran dibe.

Îsraîlê ragihand ku wan kontrola bajarokên li başûrê welêt careke din bi dest xistine, ku Hamas ketibû nav.

Li gorî bîlançoya ji aliyê Tel Avîvê ve hate weşandin, di encama êrîşa bi roketan û milîtanên çekdar de li aliyê Îsraîlê zêdeyî 900 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku li Îsraîlê 2 hezar û 216 kes jî birîndar bûne.

Li Gazzeyê jî di encama bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 700 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rayedarên xwecihî 3 hezar û 727 kes jî birîndar bûn.

CENAZEYÊN 1500 ŞERVANÊN HAMASÊ HATIN DÎTIN

Artêşa Îsraîlê serê sibehê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji roja Şemiyê û vir ve li Îsraîlê cenazeyên 1500 şervanên Hamasê dîtine.

Di roja çaremîn a şer de artêşa Îsraîlê got, "Kontrola bendên sînor ên li Gazzeyê hema hema bi temamî hatiye bidestxistin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû gef xwar ku wê 'êrîşeke heta niha nehatiye dîtin' li ser Şerîda Gazzeyê bê kirin. Artêşê jî 300 hezar leşkerên cîhgir seferber kir.

PARLAMENT Û WEZARETÊN SIVÎL JÎ DI HEDEFÊ DE NE

Berdevkê artêşa Îsraîlê diayr kir ku parlament û wezaretên sivîl ên li Gazzeyê jî di nava 'hedefên wan ên rewa' de ne. Berdevk got, "Eger yekî çekdar ji cihekî bi vî rengî roketê biavêje, ew der wê bibe hedefa leşkerî."

HAMASÊ BI ÎNFAZKIRINA DÎLGIRTIYAN GEF XWAR

Hamasê jî weke bersivdana li bombardûmanê gef xwar ku ew ê dîlgirtiyan înfaz bike. Hamasê got, "Eger bêyî hişyarkirinê êrîş li gelê me bê kirin, wê bibe sedema înfazkirina dîlgirtiyekî."

LUBNAN BI FIKAR E

Roja Duşemê di bombardûmana Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de sê endamên Hîzbûllahê hatin kuştin. Hîzbûllahê jî du leşkergehên li bakurê Îsraîlê bombe kir. Washîngtonê hişyarî da Hîzbûllahê ku li hemberî Îsraîlê eniyeke duyemîn çêneke.

Di vê navberê de hate ragihandin ku îstîxbarata Misrê beriya deh rojan hişyarî da Netanyahû ku gef ji Şerîda Gazzeyê bê kirin. Rojnameya Îsraîlê Yedîoth Ahranoth îdîayeke bi vî rengî kir.