Roja 6'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Bîlançoya mirovî giran dibe
Di şerê Îsraîl-Hamasê de bîlançoya mirovî her roj hîn bêhtir giran dibe. Îsraîlê ragihand ku heta êsîr di destê Hamasê de bin wê ne av, ne elektrîk ne jî sotemeniyê bidin.
Di şerê Îsraîl-Hamasê de bîlançoya mirovî her roj hîn bêhtir giran dibe. Îsraîlê ragihand ku heta êsîr di destê Hamasê de bin wê ne av, ne elektrîk ne jî sotemeniyê bidin.
Di şer de ku 7'ê Cotmehê destpê kir, her ku komkujiyên nû yên li dijî sivîlan eşkere dibe, bîlançoya giran a mirovî ya vî şerî jî diyar dibe.
LI ÎSRAÎLÊ HEJMARA MIRIYAN DI SER 1200 RE YE
Li gorî bîlançoya dawî ya artêşa Îsraîlê, hejmara miriyan di ser 1200 re ye, hejmara birîndaran jî zêdeyî 2.800 kes.
LI FÎLÎÎSTÎNE HEJMARA MIRIYAN ZÊDEYÎ 1200 KES E
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê jî li Fîlîstînê zêdeyî 1200 kes mirin, hejmara birîndaran jî di ser 5600 kesî re ye.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihandibû ku li nava xaka Îsraîlê cenazeyên 1500 şervanên Hamasê dîtine.
Li Gazzeyê, bombardûmana Îsraîlê dewam dike û tê texmînkirin ku bîlanço hîn giran bibe.
LI GAZZEYÊ BOMBE LI 2 HEZAR Û 687 HEDEFAN HATE BARANDIN
Di daxuyoaniya artêşa Îsraîlê de ya sibeha Pêncşemê hate gotin, "Êrîşeke berfireh a li ser gelek navendên rêxistina terorê Hamasê yên li Şerîda Gazzeyê" dewam kiriye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji roja Şemiyê û vir ve li Gazzeyê li 2.687 hedefan xistine.
ZÊDEYÎ 338 HEZAR KES JI CIH Û WARÊ XWE BÛNE
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) li gorî agahiyên ji rayedarên Fîlîstînî daxuyaniyek da û diyar kir ku zêdeyî 1000 xanî hilweşiyane, xisareke giran li 560 xaniyan bûye. Li gorî OCHA'yê zêdeyî 338 hezar kes neçar mane cih û warê xwe biterikînin.
DI NAVA QURBANIYAN DE ZÊDEYÎ 80 BIYANÎ HENE
Di nava kesên ji aliyê Hamasê ve hatin qetilkirin bi dehan biyanî jî hene. Li Îsraîlê 11 mirovên ji Fransayê hatin kuştin û zarok jî di nav de 17 kes winda ne. Tê gotin, yên winda bûne dibe ku ji aliyê Hamasê ve hatibin revandin.
Di nava qurbaniyan de herî kêm 22 Emerîkî, 20 Taylandî, 10 Nepalî, 10 Fransî, 7 Arjantînî, 4 Rûs-Îsraîlî, 2 Ûkraynayî, 2 Îngiliz, 2 Perûyî, 2 Fîlîpînî, 2 Brezîlyayî, Kamboçyayiyek, Kanadayiyek, Spaniyek û Awûstralyayiyek zêdeyî 80 biyanî hene.
DÎLGIRTÎ NEYÊN BERDAN AV, ELEKTRÎK Û SOTEMENÎ NÎNE!
Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Îsrael Katz roja Pêncşemê li ser X'ê (navê berê yê Twitterê) daxuyaniyek da û diyar kir ku heta dîlgirtî di destê Hamasê de be wê av, elektrîk an jî sotemeniyê nedin Şerîda Gazzeyê.
Wezîr got, "Alîkariya mirovî ji bo Gazzeyê? Heta ku Îsraîliyên hatine revandin li mala xwe vegerin wê elektrîk neyê dayin, wê av neyê herikandin, wê qemyoneke sotemeniyê jî neçe (...) Û kes nikare dersê bide me."
Hamasê êvara Çarşemê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku jinek û du zarokên Îsraîlî hatine berdan. Medya Îsraîlê jî îdîa kir ku ev yek ji bo xapandinê ye.