Li Xezayê şer dewam dike

Li Xezayê, li gelek noqteyan şer dewam dike. Hate ragihandin ku bi sedan kes hatine kuştin. Her wiha Îsraîlê ketina sotemeniyê û pêdiviyên din ên li bajêr rawestand.

Şerê ku piştî êrîşên Hemasê yên bi navê "Tofana Aksayê" li Şerîda Xezayê li dijî Îsraîlê da destpêkirin, dewam dikin. Heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî BBC’yê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku “Îsraîl ketiye nav şerekî dirêj û dijwar de.” Netanyahu her wiha ragihand ku ew ê ceyran û pêdiviyên din ên herêma dorpêçkirî qut bikin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi dehan Îsraîlî ku di nav wan de jin û zarok jî hene, li Xezayê dîl hatine girtin. Îsraîl ji bo êrîşên bersivdanê yên Xezayê hişyarî da û xwest ku malên xwe biterikînin û biçin stargehan.

Hate hînbûn ku tevahiya şevê li Xezayê êrîşên hewayî hatin kirin.

Li gorî rayedarên Îsraîlî zêdeyî 1400 kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 198 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 1610 kes jî birîndar bûne.