Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Ji ber felaketên guherîna avhewayê 43,1 milyon zarok koçber bûn

Li gorî UNICEF’ê di navbera salên 2016 û 2021’an de karesatên ku ji ber guherîna avhewayê pêk tên weke lehî û bahoz bûne sedema koçberbûna 43,1 milyon zarokan.

UNICEF'ê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de ji bo zarokên ku ji guherîna avhewayê bandor bûne cih digire. Di nav van de çîroka bajarokek li Guatemalayê ku piştî bahozên lehî di bin avê de ma, travmaya ku zarokek 9-salî pê re derbas bû, û çîroka du xwişkên ku xaniyê wan ji ber agir li Kalîforniyayê hilweşiya. Di raporê de, zarokê Sûdanî Abdul Azim, ku gundê wî di Tebaxa 2022'an de di bin avê de mabû û tenê bi keştiyê diçûn, diyar dike, "Me tiştên xwe bi xwe re birin û bi hefteyan çûn otobana ku em lê diman."

Li gorî raporê, di navbera salên 2016-2021'an de 4 cureyên karesatên avhewayê (lehî, bahoz, ziwabûn û şewat) ku bi germbûna global re zêdebûn û dijwariya wan zêde bûye, li 44 welatan bûne sedema koçberbûna 43,1 milyon zarokan. Ji sedî 95 van bi lehî û bahozê ve girêdayî ne.

UNICEF bang li lîderên cîhanê dike ku di konferansa avhewayê ya COP28 de ku di nav çend hefteyan de li Dubaiyê li dar dikeve, vê mijarê çareser bikin.