Bîlanço li Îsraîl-Fîlîstînê giran dibe, Hîzbûllahê jî li Îsraîlê xist

Di şer de ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, piraniya wan sivîl ji herdu aliyan bi hezaran kes hatin kuştin. Hîzbûllah a Lubnanê jî ragihand ku wan li artêşa Îsraîlê xistine û kirine ku windahiyên giran bide.

Şerê bi êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê destpê kir giran dibe. Piraniya qurbaniyên êrîşên Hamasê û bombardûmana Îsraîlê sivîl in. Herdu alî jî sûcên giran dikin.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Fîlîstînî, li Şerîda Gazze û Şerîa Rojava 1078 kes mirin, 5 hezar û 314 kes jî birîndar bûn. Tê texmînkirin ku bîlanço girantir bibe.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku li xaka Îsraîlê cenazeyên 1500 şervanên Hamasê dîtine.

Di daxuyaniya nû ya artêşa Îsraîlê de, di şerê dijî Hamasê de herî kêm 169 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin. Li aliyê Îsraîlê hejmara kesên hatin kuştin 1200 derbas kiriye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber bombardûmana Îsraîlê zêdeyî 260 hezar Fîlîstînî ji cih û warê xwe bûne.

Di vê navberê de Hîzbûllah a Lubnanê sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan êrîşî Îsraîlê kirine û kirine ku gelek 'windahiyan' bidin. Hate ragihandin ku êriş ji herêma Dhaîra ya Lubnanê hatiye kirin û weke bersiva li qetilkirina sê endamên Hîzbûllahê pêk hatiye.