CÎHAN
Hemû Nûçe
-
FARC-EMC'ê danûstandinên aştiyê sekinand
Fraksiyona bingehîn a muxalîf a ji Hêzên Çekdar ên Şoreşgerî yên Kolombiyayê (FARC) qut bû, diyar kir ku hikumet li gorî lihevkirina beriya niha tevnagere, lewma ew ji maseya danûstandinê rabûne. -
Li Etiyopyayê lehî rabû: 20 kes mirin
Li herêma Somalî ya li rojhilatê Etiyopyayê ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de 20 kes mirin. Her wiha 12 hezar malbat jî ji cih û warê xwe bûn. -
Reîsî DYE sûcdar kir, banga ‘agirbestê’ kir
Serokwezîrê Iraqê Şiya Sûdanî ji bo Xezeyê serdana Tehranê kir û Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken jî li Enqereyê di nava têkîliyan de ye. -
Îsraîlê bombe li 450 'hedef'an barand, saziyên NY'yê daxwaza agirbesta mirovî kirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Şerîda Xezeyê bombe li 450 'hedef'an barandiye. 18 saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî gotin 'êdî bes e' û ji bo agirbesteke lezgîn a mirovî bang kirin. -
Li Sûdanê top li bazarê ket: Zêdeyî 20 kes mirin
Li Sûdanê ku ji meha Nîsanê ve hêzên du generalan li dijî hev şer dikin, top li bazarekê ket. Di bûyerê de ku li herêma Omdûrmanê qewimî zêdeyî 20 sivîl mirin. -
Sûdanî çû Tehranê
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî çû paytexta Îran Tehranê. -
Li Nepalê di erdhejê de 157 kes mirin, karê lêgerînê bi dawî bû
Li Nepalê di erdheja bi 5.6 pileyî de ku êvara Înê rû da, herî kêm 157 kesan jiyana xwe ji dest dan. Karê lêgerîn û rizgarkirinê sibeha Yekşemê bi dawî bû. -
Rûsyayê fuzeya balîstîk ceriband
Rûsyayê ragihand ku roja Yekşemê fuzeyeke balîstîk a bi serikê nukleerî ku ji parzemînekê digihêje parzemîneke din, ji keştiya binê avê hatiye avêtin û bi rengekî serketî hatiye ceribandin. -
Îsraîl li Xezeyê bi pêş ve diçe, bangên ji bo agirbestê bêbersiv man
Şerê navbera Îsraîl û Hamasê di roja 30'emîn de ye. Artêşa Îsraîlê ku bangên ji bo agirbestê red dike, li Xezeyê bi pêş ve diçe. Di bombardûmana li ser kampekê de zêdeyî 30 kes mirin. -
NY’ê bang li Îranê kir: ‘Polîsên exlaqî’ betal bikin!
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji Îranê xwest ku yekîneya "polîsê exlaqî" betal bike. -
Li Nepalê erd hejiya: Herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Nepalê bi pileya 5,6 erd hejiya. Ji ber erdhejê herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Blinken: Yekane rêya ewlekariya Îsraîlê dewleta Filistînê ye
Wezîrê Derve yê Emerîkayê Antony Blinken di serdana xwe ya bo Îsraîlê de got ku tekane rêya misogerkirina ewlehiya Îsraîlê avakirina dewleta Filistînê ye. -
Sedr ji bo Xezeyê piştgirî ji welatên Ereb xwest
Lîderê Tevgera Sedr a li Iraqê Muqteda es Sedr peyamek ji çar welatên Ereb re şand û ji bo alîgirên wan xwe bigihînin Xezeyê derfetan bidin. -
Li Îranê agir bi navenda detoksê ket: Herî kêm 27 kes mirin
Li bakurê Îranê agir bi navendeke detoksê ket. Herî kêm 27 kes mirin. -
MSF: Li Yewnanistanê dersînorkirinên neqanûnî bûye asayî
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) bertek nîşan da ku li Yewnanistanê bi muameleya xerap dersînorkirina koçberan bûye asayî. -
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê hejmara miriyan 9 hezar derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji destpêka şerê bi Îsraîlê û vir ve li Şerîda Xezeyê 9 hezar û 61 kes hatine kuştin ku 3 hezar û 760 ji wan zarok bûn. -
Rapor: Cîhan ket nava 'karxerabiya demokrasiyê' ya herî dirêj!
Enstîtuya Navneteweyî ya Ji bo Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê (IDEA International) diyar kir ku sala 2023'an sala şeşemîn e ku li şûna pêşketinê demokrasî paşve çûye. -
Elmanya ji ber qetlîamên li Tanzanyayê lêborîn xwest
Elmanya ji ber sûcên mêtingeriyê yên ku di sedsala 20’an de li Tanzanyayê hatine kirin, lêborîna fermî xwest. -
RSF’ê ji bo rojnamevanên ku di şerê Îsraîl-Hamasê de hatine kuştin, serî li ÛCM’ê da
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye, ji bo rojnamevanên ku di şerê Îsraîl-Hamasê de hatine kuştin, serî li Dadgeha Cezayê Navneteweyî (ÛCM) da. -
Roja 26'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Îsraîlê bombe li zêdeyî 11 hezar nuqteyî barand
Şerê navbera Îsraîl û Hamasê ku 26 roj in dewam dike, bi bombardûmana Îsraîlê giran dibe. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê ve bombe li zêdeyî 11 hezar nuqteyî barandiye. -
Li gorî Tehranê wê komên alîgirên Îranê bêdeng namînin
Di 25’emîn roja şerê Îsraîl û Hamasê de Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bi eşkere ragihand ku komên alîgirên Îranê li hember Îsraîlê “bêdeng” namînin. -
CPJ: Di şerê Îsraîl-Hamasê de herî kêm 31 rojnamevan hatin kuştin
Komîteya Parastina Rojnamevanan a navendî ya DYE’yê (CPJ) ragihand ku di şerê Îsraîl û Hamasê de herî kêm 31 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. -
Hûsiyên Yemenî li dijî Îsraîlê drone şand
Hûsiyên Yemenî yên serhildêr, da zanîn ku li dijî Îsraîlê wan wesayîtên hewayî yên bêmirov şandine. -
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê: Heta niha 8 hezar û 525 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ragihand ku ji destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 8 hezar û 525 kes hatine kuştin ku nîvê wan zarok in. -
Şerê Îsraîl-Hamasê: Agirbest hate redkirin, qonaxa sêyemîn destpê kir
Di roja 25'an a şerê Îsraîl-Hamasê de bîlanço giran dibe. Îsraîlê bi şev jî bombe li gelek nuqteyan barand. Li bejahiyê jî şer qewimî. Krîza mirovî her giran dibe.