Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de herî kêm 560 kes mirin û 2 hezar û 900 kes jî birîndar bûn

Piştî êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê, Îsraîl êrîşî Gazeyê kir. Di êrîşên hewayî yên li ser Şerîda Gazeyê de herî kêm 560 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşên esmanî yên li ser Şerîda Gazeyê ya ku Îsraîlê ji roja Şemiyê vir va dorpêç kiriye, 560 kes mirin û 2 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Hamasê, di bombebarana Îsraîlê ya li ser Şerîda Gazeyê de 4 rehîneyên Îsraîlî û revandiyên wan hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya hikûmeta Îsraîlê, Hamasê zêyî 100 kesî dîl girtin. Hamas û Cîhada Îslamî gotin ku wan zêdetirî 130 kes girtin da ku wan bi Filistîniyên ku li Îsraîlê girtî biguherînin.

Li aliyê Îsraîlê li gorî daxuyaniyên dawî herî kêm 700 kes mirin û zêdeyî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Dora 260 kes roja Şemiyê di festîvaleke li nêzîkî sînorê Gazeyê yê Îsraîlê de hatin qetilkirin, di roja ewil a êrîşa ku Hemasê ji axa Filistînê dabû destpêkirin. Di nava miriyan de gelek welatiyên biyanî jî hene.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan di şeve da ji 500’î zedetir hedefên Hamas û Cîhada Îslamî ya ku li herêma Fîlîstînê serdest in xistine. Hat destnîşankirin ku pevçûnên li derdora Gazeyê bi şervanên ku ketine başûrê Îsraîlê dewam dikin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku di roja sêyemîn a êrîşa ku Hamasê ji axa Filistînê li dijî Îsraîlê da destpêkirin de wê "dorpêçeke tam" li ser Şerîda Gazeyê bê danîn.

Yoav Gallant got, "Em Gazeyê dixin bin dorpêçek tam." Gallant lê zêde kir: "Ne ceryan, ne av, ne gaz."

Şerîda Gazeyê ku nifûsa wê 2,3 milyon e, ji sala 2007’an vir ve di bin dorpêça Îsraîlê de ye.