Li Îsraîlê her ku diçe rewş giran dibe: 40 mirî, nêzî hezar birîndar hene
Hamasê daxuyand ku wan leşkerên Îsraîlî dîl girtine, dîmenên tirsnak jî li ser torên dijîtal hatin parvekirin.
Hamasê daxuyand ku wan leşkerên Îsraîlî dîl girtine, dîmenên tirsnak jî li ser torên dijîtal hatin parvekirin.
Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, baskê çekdarî yê Hamasê ku Şerîda Gazeyê kontrol dike, sibeha Şemiyê ji Gazeyê bi hezaran roket avêtin Îsraîlê.
Di vê operasyona bi navê “Tofana El-Eqsayê” de bi dehan şervan derbasî nava axa Îsraîlê bûn.
PARAŞÛTÊN ZINARAN BI KAR ANÎN
Tûgayên El-Qassam dîmenek belav kir ku tê de xuya dike ku ew bi teknîkeke neasayî, bi paraşûtên zinaran, digihîjin deverên cûrbecûr yên şerîda Gazeyê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku şervanan ji behrê û bejahiyê paraşûtên zinaran bi kar anîne û bi vî awayî ketine hundir.
40 MIRÎ, 779 BIRÎNDAR
Li gorî serwîsên lezgîn, ji saetên sibehê ve herî kêm 40 Îsraîlî hatine kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku 779 kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, di morga nexweşxaneya El Şîfa ya Gazeyê de herî kêm 8 cenazeyên Filistîniyan hene û ji bo Filistînîyekî li Xan Yûnûsê merasîma cenaze hat lidarxistin.
DÎMENÊN HOVANE
Li ser torên dijîtal jî gelek wêneyên hovane hatin parvekirin. Di nav wan de jineke Îsraîlî ya tazî jî heye û her wiha wêneyên ku êsîran nîşan didin jî hene. Her wiha wêneyên ku înfaz û cenaze li nîvê kolanê nîşan didin hatin parvekirin.
Li gorî artêşa Îsraîlê pevçûnên bejayî li gelek deverên Şerîda Gazeyê diqewimin.
NETANYAHU: EM DI ŞER DE NE
Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu got, "Em di şer de ne" û gef li Hamasê xa,war ku ew ê berdêlek bêhempa bidin.
Di serî de DYE û YE’yê civaka navneteweyî ev êrîş weke “êrîşên terorîstî” pênase kirin, şermezar kirin û hevgirtina xwe bi Îsraîlê re nîşan dan. Gelek welatan piştgirî dan "mafê" Îsraîlê ku xwe biparêze.
Vê êrîşa sosret agirbesta ku bi giştî ji dawiya şerê pênc rojin di navbera Îsraîl û Cîhada Îslamî de li Şerîda Gazeyê di meha Gulanê de hatibû dîtin, têk bir.