Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Ji Xezeyê roket berdan Îsraîlê

Ji Şerîda Xezeyê ku di bin kontrola Hemasê de ye gelek roket avêtin Îsraîlê. Li gorî hêzên çekdar ên Hemasê, zêdeyê pênc hezarî roket hatine avêtin.

Agirbesta piştî pevçûnên bi pênc rojan di meha Gulanê de hat ragihandin, bi avêtina roketan bi dawî bû.

Li gorî Magen David Adom ku hevtayê Xaça Sor a Îsraîlê ye, bi dehan roket ji Şerîda Xezeyê avêtine Îsraîlê. Hat ragihandin ku di êrîşê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Topbarana ji deverên cuda yên Şerîda Xezeyê berî saet 06.30’an dest pê kir û bi qasî 45 deqîqeyan dewam kir.

Hêzên çekdar ên Hemasê êrîş girt ser xwe û da zanîn ku wan êrîş biriye ser dewleta Cihûyan.

Lîwaya Îzzeddîn El Qassam got, "Me biryar da ku dawî li hemû sûcên dagirkeriyê bînin" û diyar kir ku ji danê sibehê ve zêdeyê 5 hezarî roket avêtine.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku çend terorîstên nenas ji Şerîda Xezeyê derbasê nav axa Îsraîlê bûne.

Di daxuyanîya de ku hat belavkirin, daxwaz ji kesên li herêmên ser bi Şerîda Xezeyê dijîn hat kirin ku ji malên xwe dernekevin.

Îsraîlê meha Gulanê li Şerîda Xezeyê li dijî Cîhada Îslamî dest bi êrîşan kir. Di şer de ku pênc rojan berdewam bû, 34 Filistîniyan û Îsraîliyek jiyana xwe ji dest da.

Zêdeyê hezarî roket ji Şerîda Xezeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û piraniya wan ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê ve hatin astengkirin. Îsraîlê li Xezeyê êrîşên hewayî pêk anîn. Hemasa ku sala 2007’an li Xezeyê desthilatdarî bi dest xist, meha Gulanê xwe dûrê pêvçûnan kir.