Şerê Îsraîl-Hamasê vediguhere komkujiyê

Di şerê nû de ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, li aliyê Îsraîlê herî kêm 1200 kes, li Şerîda Gazzeyê jî di bombardûmanê de 974 kes hatin kuştin. Zêdeyî 260 hezar kes jî neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê de hejmara qurbaniyan gihîştiye 1200 kesî. Jonathan Conricus her wiha li ser hesabê xwe yê X'ê dîmenek weşand û diyar kir ku li aliyê Îsraîlê zêdeyî 2700 kes birîndar bûne.

LI GAZZEYÊ 974 KES MIRIN, 5000 KES BIRÎNDAR BÛN

Li aliyê Fîlîstînê jî li gorî rayedarên xwecihî, li Gazzeyê û Şerîa Rojava ya dagirkirî 974 kes hatin kuştin, zêdeyî 5000 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên hikumeta Hamasê diyar kirin ku di êrîşa hewayî ya şeva Sêşemê de herî kêm 30 kes hatin kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li herêmên nêzî Gazzeyê cesedên 1500 şervanên Hamasê hatine dîtin.

ZÊDEYÎ 260 HEZAR KES JI CIH Û WARÊ XWE BÛN

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li Şerîda Gazzeyê ku di bin dorpêçî û êrîşa Îsraîlê de ye 263 hezar û 934 kes neçar man cih û warê xwe biterikînin. Tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir bibe.

Hate ragihandin ku hejmara mirovên li Şerîda Gazzeyê ji cih û warê xwe bûn, ji şerê 50 rojî yê sala 2014'an û vir ve gihîştiye hejmara herî bilind.

ZÊDEYÎ HEZAR XANÎ HILWEŞIYAN

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li gorî agahiyên ji rayedarên Fîlîstînî wergirtî ragihand ku di bombardûmanê de zêdeyî hezar xanî hilweşiyane, xisareke giran li 560 xaniyan bûye.