Li Hindistanê lehî rabû: 10 kes mirin, 82 kes winda bûn
Li geliyekî li bakurê Hindistanê ji ber lehiyê herî kêm 10 kes mirin, 82 kes jî hîn winda ne.
Li geliyekî li bakurê Hindistanê ji ber lehiyê herî kêm 10 kes mirin, 82 kes jî hîn winda ne.
Barana zêde ya li eyaleta Sîkkîmê kir ku ava Gola Lhonakê bifûre û ji nişka ve lehî rabû.
Gelek wesayit di nava avê de man. Ji rayedarên eyaletê Vîjay Bhûşan Pathak ragihand ku cenazeyên 10 kesan hatine dîtin û leşker jî di nav de 82 kes hîn jî winda ne. Rayedaran diyar kirin ku karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.
Ev herêma çiyayî ya dûr a Hîmalaya nêzî sînorê Hindistanê yê bi Nepal û Çînê re ye. Gola Lhonakê jî li quntara qeşa nêzî Kançencûnga ye ku sêyemîn çiyayê herî bilind ê cîhanê ye.
Li gorî artêşa Hindistanê, ji ber bendavekê ku beriya demeke nêz av herikand, asta çemê Tîstayê bi 4,5 metreyî hîn bêhtir bilind bû.