Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Almanya derbarê êrîşên Hamasê de lêpirsîn da destpêkirin

Serdozgeriya Federal a Almanyayê ragihand ku sîstema dadweriyê derbarê êrîşên Hamasê li Îsraîlê bi gumana kuştin û revandina welatiyên Almanyayê pêk anîne lêpirsîn vekiriye.

Berdevkê Serdozgeriya Komarê ya Karlsrûheyê ku ji têkoşîna li dijî "terorîzmê" berpirsyar e daxuyanî da nûçegihanê AFP’ê û wiha got: "Dozgeriyê derbarê endamên rêxistina Îslamî ya radîkal a Hamasê da lêpirsîn da destpêkirin."

Berdevk diyar kir ku dosya "bi gumana endamtiya komên terorîst ên biyanî, rehîngirtin û kuştinê" hatine vekirin.

LI ENIYA ŞER REWŞA DAWÎ

Hejmara şerê nû yê kû bi êrîşa ji nişka ve ya Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê destpê kir, her ku diçe girantir dibe.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filîstînê ji ber bombebarana Îsraîlê 770 kes li Gazeyê 788 kes mirin û 4 hezar û 100 kes ji birindar bûn.

Li eniya Îsraîlê di encama avêtina roketan û ketina hundir de nêzî 900 kes mirin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand kû wan cenazeyên 1500 çekdarên Hamasê li nav axa Îsraîlê dîtine.

Her wiha Hamas derdora 150 girtiyên Îsraîlî girtiye. Hamasê ragihand ku heta şer raweste dê pevguhertina girtiyan neyê kirin.

Di daxuyaniyeke din de, Hemasê heta saet 17:00 dem da şêniyên bajarê Aşkelona yê Îsraîlê ku 10 kîlometre dûrî Gazeyê ye.