CÎHAN
Hemû Nûçe
-
CPJ: Di şerê Îsraîl-Gazzeyê de 17 rojnamevan hatin kuştin
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku di şerê Îsraîl û Hamasê de heta niha 17 rojnamevan hatine kuştin. -
Biden ji êrişa li ser nexweşxaneyê Hamas berpirsyar nîşan da
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden serdana Îsraîlê kir û di dema serdanê de ji êrişa li ser nexweşxaneyê şervanên Fîlîstînî berpirsyar nîşan da. -
Li Gazzeyê rewşa dawî: Nexweşxane hate bombekirin, krîz giran dibe
Piştî ku roja Sêşemê li Gazzeyê bombe li nexweşxaneyekê hate barandin, li welatên Ereb û Îranê xwepêşandanên mezin ên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Îsraîlê îdîa kir ku roketa li nexweşxaneyê ket a Cîhada Îslamî bû. -
Îsraîl êrîşî nexweşxaneyê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku Îsraîlê êrîşî Nexweşxaneya El Mamedanî kir û herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Şerê Îsraîl-Hamas: Hejmara miriyan û metirsiya belavbûna şer zêde dibe
Di dema ku artêşa Îsraîlê amadekariya operasyona bejayî ya li dijî Xezeyê dikir, DYA’yê 2 hezar leşker seferber kir ku her kêlî bişînin Îsraîlê. Li hemberî vê hewldanê Îranê hişyariyên tund da. -
Di xwepêşandana ji bo Filistînê de çek dan destê zarokekî
Li Bruksela paytexta Belçîkayê, di xwepêşandanekê de ku ji bo piştgiriya Filistînê hat lidarxistin, çek dan destê zarokekî. Di der heqê bûyerê de dest bi lêpirsînê hat kirin. -
Êrîşkarê li Brukselê hate kuştin
Êrîşkarê ku xwe weke DAÎŞ'î da naskirin û li paytexta Belçîka Brukselê 2 kes bi çekê qetil kir, sibeha Sêşemê di serdegirtina polîsan de hate kuştin. -
Êrîşkarê ku li Brukselê du kes qetil kir, hîn nehatiye girtin
Piştî Fransayê, kesekî li paytexta Belçîka Brukselê bi çeka otomatîk du kes qetil kir û ji cihê bûyerê reviya. Êrîşkarê ku ketiye dîmenê gelek kamerayan, hîna nehatiye girtin. -
Fransa piştî êrîşa mamoste dê lez bide dersînorkirinan
Li bajarê Arrasê ya Fransayê piştî qirika mamosteyek hat jêkirin, hikûmet dixwaze dersînorkirina bi dehan kesên di lîsteya kesên "radîkalbûyî" de ne, bilez bike. -
Li gorî sendîkaya Fîlîstînî di êrîşên hewayî 11 rojnamevan hatin kuştin
Li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Fîlîstînî ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li Gazzeyê 11 rojnamevan hatin kuştin. -
Kuştiyên Filistînê nêzê 3 hezarî, yên Îsraîlê zêdeyê hezar û çarsedî ne
Îsraîl xwe amade dike ku li Xezeyê ji erdê ve dest bi tevgera leşkerî bike. Zêdeyê milyonekî kes ji Xezeyê reviyane. Li gor Hemasê ji 7’ê Cotmehê ve nêzîkê sê hezarî kes hatine kuştin. Kesên kuştî li Îsraîlê zêdeyê 1400î ye. -
Li peravên Yewnanistanê 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Hêzên ewlekariya peravên Yewnanistanê ragihandin ku li girava Sîmî ya li nêzî peravên rojavayê Tirkiyeyê keştiyeke ku koçber tê de bûn noqî avê bû û 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Alozî li ser sînorê Libnan-Îsraîl zêde dibe, fikarên şerê herêmî hene
Pevçûnên di navbera Hizbullah a Libnanê û artêşa Îsraîlê de dijwar dibin. Pevçûnên dijwar ên li ser sînor fikarên şerê herêmî zêde dike. -
Derhênerê navdar ê Îranî Mehrcuyî û hevjîna wî hatin qetilkirin
Derhênerê navdar Daryûş Mehrcuyî ku hişt sînemaya Îranê di qada navneteweyî de bê naskirin, êvara Şemiyê tevî hevjîna xwe li mala xwe ya li nêzî Tehranê hatin qetilkirin. -
Îsraîl xwe ji operasyona bejahî re amade dike, sivîl direvin
Îsraîl piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê dest bi bombardûmaneke giran li ser Gazzeyê kir. Niha jî amadekariyê dike ku li bakurê Şerîda Gazzeyê operasyoneke bejahî pêk bîne. -
Li Efganistanê erdhejeke din a bi 6.3 pileyî
Bajarê Heratê yê li bakurrojavayê Efganistanê careke din bi 6.3 pileyî hejiya. Bi nêzîkbûna zivistanê re hişyariyên li ser krîza mirovî têne kirin. -
Gazze di bin bombardûmanê de ye
Li Şerîda Gazzeyê hejmara Fîlîstîniyên ji ber bombardûmana Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan 2 hezar û 300 kes derbas kir. Zêdeyî 9 hezar kes jî birîndar bûn. Washîngton keştiya duyemîn a balafiran dişîne Rojhilatê Derya Spî. -
Îsraîl amadekariyên operasyona bejahî dike, hejmara miriyan zêde dibe
Îsraîl amadekariyên operasyona bejahî dike û wextê ku ji bo Filîstînî derbasî başûrê Xezeyê bibin, heta 16.00’an zêde kir. Di şer de bi sedan zarok û jinan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Efxanîstanê têqîn çêbû: Herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da
Li eyaleta Baglan ê Efxanistanê di dema nimêja înê de li mizgefteke Şîiyan de teqîn çêbû. Hate diyarkirin ku di teqînê de herî kêm 7 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne. -
Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistînê hejmara Filistîniyen ku di bombebarana İsrailê de jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 799”an. -
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Operasyona Gazeyê wê bibe sedema guhertineke mayînde
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku ew ê hikûmeta Hamasê û kapasîteya wê ya leşkerî tune bikin û wiha got: "Êrîşa li Gazeyê wê demeke dirêj bidome û guhertineke mayînde bîne." -
Li Filistînê 1400 li Îsraîlê 1300 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gor bîlançoya nû ku artêşa Îsraîlê da, ji 7’ê Cotmehê ve ku Hemasê êrîş kiriye, li Îsraîlê 1300 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Filistînê jî 1400 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Li dibistaneke li Fransayê êrîş hat kirin
Li dibistaneke li Arrasê ku bajarekê Fransayê ye bi kêrê êrîş hat kirin. -
Îsraîlê 24 saet qewil da xelkê Xezayê, Hemasê seferberî ragihand
Roja heftemîn a şerê Îsraîl-Hemasê, Îsraîlê hişyarî li sivîlên li bakurê Xezeyê kir ku ber bi başûr ve biçin, Hemasê ragihand ku seferberî ye. -
Îsraîlê balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kir
Balafirên şer ên Îsraîlê du balafirgehên sereke yên Sûriyeyê, Şam û Helebê bombebaran kirin. Her du balafirgeh ji xizmetê derketin.