Elmanyayê alîkariya ji bo bipêşveçûna Filistînê da sekinandin

Hikûmeta Elman, piştî êrîşa Hemasê li Îsraîlê kir, eşkere kir ku alîkariya ji bo bipêşveçûna Filistînê daye sekinandin.

Berdevkekê Wezareta Bipêşveçûnê ya Elmanyayê, bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku wê di pêvajoya kontrolê de alîkariyê bidin sekinandin û got ku ew wê wateyê ku wê êdî alîkarî neyê kirin.

Berdevkê wezaretê her wiha da xuyakirin ku wê alîkariya mirovî ku ji budçeya Wezareta Karên Derve tê kirin wê berdewam be û anî ziman ku alîkariya mirovî ku wê îsal bê kirin 73 milyon Euro ye.

Demeke kin berê Hikûmeta Awûstûryayê jî ragihand ku ji ber êrîşên Hemasê li Îsraîlê wan bernameyên alîkariya ji bo bipêşveçûna Filistînê daye sekinandin.