Zêdeyê 1350 kesan li Xezeyê jiyana xwe ji dest daye
Hat ragihandin ku di bombebarana Îsraîlê ya bi ser Xezeyê de zêdeyê 1350 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku di bombebarana Îsraîlê ya bi ser Xezeyê de zêdeyê 1350 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tenduristiyê ya herêma di bin destên Hemasê de, da zanîn ku heta niha 1354 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wezaretê da xuyakirin ku şeş hezar û 49 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyê Îsraîlê jî zêdeyê 1200î kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi sedan biyanî di nav de bûn.
ÎSRAÎL: ARMANC QEDANDINA HEMASÊ YE
Li gor berdevkekê leşkerî yê Îsraîlî, armanca artêşa Îsraîlê qedandina Hemasê ye.
Serheng Richard Hecht, got: ‘’Niha em niha ne bi tenê rêberên leşkerî yên Hemasê, me daye ku ber xwe ku rêveberên payebilind (Yahya) Sinwar (rêberê Hemasê yê li Xezeyê) ji xwe re bikin armanc.
Piştî êrîşa Hemasê, gelek welatan dest pê kiriye, welatiyên xwe ji Îsraîlê derdixin.
PISPORÊN NY’YÊ SÛC ŞERMEZAR KIRIN
Bi dehan pisporên serbixwe yên NY’yê, sûcên Hemasê li Îsraîlê û êrîşên Îsraîlê yên bi ser Xezeyê de şermezar kirin. Pisporên mafên mirovan ku ji aliyê NY’yê ve hatine erkdarkirin, lê li ser navê NY’yê neaxivîn, got: ‘’Em sûcên Hemasê kirine bi tundî şermezar dikin. Pisporan Îsraîl jî şermezar kir ku çima bêyî ferqê bixe navber gel û mîlîtanên Hemasê, êrîşan dike.