Di roja sêyemîn a êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku wê Şerîda Gazzeyê 'bi temamî dorpêç bikin'.
Yoav Gallant got, "Em Gazzeyê bi temamî dorpêç dikin" û wiha dewam kir, "Elektrîk nîne, av nîne, gaz nîne."
Şerîda Gazze ya ku nifûsa xwe 2,3 milyon mirov e, ji sala 2007'an û vir ve di bin dorpêça Îsraîlê de ye.
Di roja destpêkê ya êrîşa Hamasê de, roja Şemiyê li festîvaleke nêzî sînorê Îsraîlê yê li Gazzeyê derdora 260 kes hatibûn qetilkirin.
Artêşa Îsraîlê jî şeva Yekşemê ragihand ku bi hewayî û topbaranê li zêdeyî 500 hedefên Hamasê û Cîhada Îslamî xistine.
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de zêdeyî 123 hezar mirov ji cih û warê xwe bûne.
Li gorî artêşa Îsraîlê di êrîşan de zêdeyî 700 Îsraîlê mirin, derdora 2.150 kes jî birîndar bûn. Hikumeta Îsraîlê her wiha ragihand ku zêdeyî "100 êsîr" ji aliyê Hamasê ve hatine revandin.
Rayedarên xwecihî jî diyar kirin ku li Şerîda Gazzeyê 413 Fîlîstînî hatine kuştin ku 78 ji wan zarok, 41 jî jin bûn. Her wiha 2 hezar û 300 kes jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê her wiha îdîa kir ku zêdeyî 400 'milîtanên Fîlîstînî' hatine kuştin.
Di vê navberê de hikumeta Awûstûryayê weke nerazîbûna li hemberî êrîşên li ser Îsraîlê, bernameya alîkariya pêşvebirinê ya li Fîlîstînê betal kir.