Freedom House di rapora xwe ya sala 2023’an de ragihand ku li Tirkiyeyê di deh salên dawî de azadiya înternetê gav bi gav kêm bûye û wiha hate gotin: “Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê bi drrxistina qanûnan sansurê zêde kirine û axaftina li ser înternetê weke sûcdar dibînin."
Freedom House bal kişand ser qanûna nû ya dezenformasyonê ya ku ketiye meriyetê û wiha pêde çû: “Ev qanûn înternet jî di nav de belavkirina agahiyên ku weke derew dinirxînin cezayê girtinê dide. Berî hilbijartinên Gulana 2023’yan, Qanûna Dezenformasyonê ji bo bêdengkirina rojnamevanên rexnegir û endamên muxalefeta siyasî hat bikaranîn. Bi vê sansurê re bi sedan malper, gotar û parvekirinên medyaya civakî hatine astengkirin an jêbirin. Torên înternetê bi gelemperî ji bo xurtkirina dezenformasyona hikûmetê tê bikaranîn û rojnamevan, çalakvan û bikarhênerên medyaya civakî ji ber naveroka parvekirinan bi dozên qanûnî re rû bi rû dimînin."
Freedom House daxuyand ku Serokomar Erdogan û AKP a ku ji sala 2002’yan vir ve Tirkiyeyê bi rê ve dibin, di salên dawî de her ku diçe zêde otorîter dibin û wiha domand: "Kûrbûna krîza aborî û hilbijartinên Gulana 2023’an, ji bo tepisandina muxalefetê û sînordarkirinê hikûmetê teşwîqên nû pêşkêş kir."
Saziya ku navenda wê li Washîngtonê ye azadiya înternetê ya li Tirkiyeyê di sê kategoriyên wekî; "Astengên gihiştinê", "sînordarkirina naverokê" û "binpêkirina mafên bikarhêneran" nirxand û ji ser 100 bi giştî 30 pûan da. Tirkiye bi vê rewşa xwe ketiye kategoriya dewletên ku înternet lê ne azad e.