Efganistan careke din bi 6.3 pileyî hejiya

Li rojavayê Efganistanê ku 2 hezar kes ji ber erdhejê mirin, erdhejeke din a bi mezinahiya 6.3 pileyî rû da.

Li gorî Servîsa Sîsmolojiyê ya DYE'yê (USGS) 11'ê Cotmehê roja Çarşemê li rojavayê Efganistanê bi mezinahiya 6.3 pileyî erd hejiya.

Erdhej bi dema herêmî saet di 05:10'an de bi 29 kîlometreyan li bakurê bajarê Heratê qewimî.

Li Efganistanê erdhej gelek caran rû didin. Lê belê erdheja ku roja Înê qewimî bû erdheja herî kujer a 25 salên dawî. Zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hezîrana 2022'an bi mezinahiya 5.9 pileyî erd hejiya bû û zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Her wiha li eyaleta Paktîka ya li başûrrojhilatê welêt bi deh hezaran kes bêmal mabûn.